24 januari 2021

Pêşnîyarek nacîzane ji nivîskar û weşanxaneyan ra

Ji bo tarîxa siyasî ya miletekî bîranîn, xatirat, bîyografîyên şexsan gelkî muhîm in.
Him ked û xebata kesan wenda nabe, bi wan ra naçe gorrê, him jî ji bo tarîxê pir muhîm in, dibin çavkanî û belgeyên ji devê şexsê yekê.

Li ba me kurdan zêde ne adet e însan, sîyasetmedar rojane notan bigrin ya jî serpêhatî û bîranînên xwe binivîsin. Çend îstîsna hene, lê piranî nanivîsin.

Ji sebebên nenivîsîna bîranînan yek jê, kultura nivîsîna bîranînê, bîyografiyê li ba me tuneye; ya din jî gelek kes nikanin binivîsin, ji heq dernakevin.

Dibê meriv alîkariya kesên nikanin binivîsin bike, ji wan ra bibe alîkar.
Rojnamevan, nivîskar kanin bi kesên wiha ra bibin alîlar û ji devê wan bîranînên wan binivîsin, ya jî bi wan ra hevpeyvînên dirêj bikin, ew jî baş e, muhîm e.
  
Li Swêd ev adet heye, hin nivîskar ya jî rojnamevan ji devê hin kesan xatirat, bîyografiyên wan dinivîsin.

Li Kurdistana bakur gelek kesên di tarîxa me ya nêz da, di xebat û micadela legal û îllegal da cî girtine û bûne fîgurên xwedî rol û bi tesîr hene û hîn sax in. Ji van kesan çend heban, wek Kemal Burkay, Yaşar Kaya, Mûsa Anter, Zîya Avcî, Mehdî Zana, Nacî Kutlay, Osman Aydin, Fuat Onen, bîranînên xwe nivîsîn. Nuha ev nav hatin bîra min, belkî çend kesên din jî hebin.

Lê piraniyê tiştek nenivîsîne û ewê nenivîsînin jî. Pêşniyara min, dibê hin rojnamevan, nivîsakar bi kesên ew muhîm dibînin ra rûnin û bîranînên wan binivîsin, bi wan ra hevpeyvînên dirêj bikin.

Ya jî weşanxanyek bi riya rojnamevanekî, nivîskarekî vî karî bike û biweşîne.

Ez vê pêşniyarê ji weşanxaneya Avesta, Nûbiharê û weşanxaneyên din ra dikim.

Mesele, ji dêlî ku hin kes, hin lêkolîner li ser hin tirkên xwedêgiravî bi eslê xwe kurd in lêkolînan bikin, bira herin bi hin şexsîyetên kurd ra bibin alîkar û bîranînên wan binivîsin.

Nizanim kîjan malbata tirk çendsed sal berê kurd bûye, lê nuha bûye tirk. Bi qasî misqalekî jî fêdeya lêkolînên wiha ji bo kurdan, ji bo tarîxa kurdî tuneye, ne hêjayî meriv wexta xwe bide tiştên wiha.

Kesên tiştên wiha dinnivîsin bira herin bi hevalekî xwe yê kevn ra, bi kurdekî di tarîxa kurdan ya nêz da roleke wî/wê heye ra hevpeyvînekê bikin baştir e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE