Mêrikê swêdî bi zewqek mezin ji xwe ra li programa sporê
temaşe dikir.
Maçeke pir bi heyecan bû.
Tam di orta maçê da jinikê hat xwe li kêlekê pit kir û bû
pite-pita wê, tim pirs ji mêrik kir û xwest pê ra bipeyive.
Mêrik tim got:
-Xanim, nuha dev ji min berde, divê ez bi hawakî bêdeng û
bi seriyekî vehesiyayî li vê maçê temaşe bikim. Ev maç ji bo min gelkî girîng
e. Piştî maçê emê bipeyivin.”
Lê jnikê guh neda rica mêrik û her carê mijarek dît û
tiştek jê pirsî.
Dawiya dawî, di dereke maçê ya herî bi heyecan da sebra
mêrik nema û bi hêrs û dengekî tehdîtwarî ji jinikê ra got:
-Tu îcar jî dengê xwe bikî ezê rabim te bibim têxim oda
jor û derî li ser te kilît bikim.
Piştî vê tehdîdê, jinikê hêdîka ji ba mêrik findirand û çû
bi dizîka telefonî pûlis kir.
Mêrik hew carê mêze kir ku du pûlisên tu dibê zebelih
ketin hundur. Jê ra gotin:
-Haydê qereqolê!
Feqîro bi rengekî matmayî got:
-Xêr e, çi mesele ye, sûcê min çi ye?
Pûlisan gotin, zêde nepeyive, sebebê girtina xwe tu yê li
qereqolê fêr bibî.
Bêyî ku bihêlin rebenê me heta dawiyê li macê temaşe bike,
bi çepilên wî girtin û bi xwe ra birin qereqolê.
Jinikê ji pûlisan ra gotibû ez tehdît kirime.
Dozger tavilê biryar da ewê wê şevê di nezaretê da bibe
“mîvanê” wan.
Rebeno her çiqas got:
-Jinikê ez pir qeherandim, bêhemdî ji devê min derket, tu
ciddîyet di gotinên min da tunebû, lê pere ne kir. Ew wê şevê bû mîvanê
pûlisan.
Çimkî li gor qanûnê gotinên jinikê têr dikir ku ew bê
girtin û wê şevê bibe “mîvanê” wan.
Dema min ev xeber di rojnameyeke swêdî da xwend, min ji
erd heta bi asîman şikir kir ku ew camêr ne ez bûme.
Ji ber ku berê min jî wek vî xêvoyê swêdî, yekcarnan bêhemdî ba ji ber guhê
xwe ber dida û bi derewan fort dida xwe û li jinikê qurretiyên wiha dikir.
Min jî wek yê swêdî yekcarnan digot:
-Ez rabim tu zanî ezê çi bînim serê te! Ez rabim nizanim
ezê te çi bikim. Û nizanim çi û çi….
Helbet hemû fortên vala bûn. Loma jî jinikê tim digot:
-Maşala, maşala, ket serê min jî! Ji kerema xwe ji xwe ra
qala tiştekî din bike bira têkeve serê min jî.
Lê fort mort, axir dema êşa bindestiyê dide dilê meriv,
fortên vala bin jî meriv hinekî rehet dike. Qe nebe, bi derewan be jî, hema
meriv xwe tiştekî dihesibîne lo!
Lê piştî kuştina Fadîmê, êdî ez feqîrê Xwedê bi derewan be
jî, heta bi henekan be jî newêrim fortekê bidim xwe ya jî bayekî ji ber guhê
xwe berdim….
Hercara ku ez devê xwe tije dikim, dikim fortekê bidim
xwe, te dît di cî da ewê awirekî tûj bide min! Ez maneya awir wek bilbilan
dixwînim. Ez zanim, dêje neke ez rahîjim telefonê ha!!!
Çimkî li gor qanûnê yek gotina wê têr dike ku ez jî wek yê
swêdî herim bibim ”mîvanê” pûlisan.
Tirs meriv gelkî jîr û biaqil dike. Li gor salek berê,
yanî berî kuştina Fadîmê, ez gelkî biaqil bûme. Di nava salekê da serê min
bûye kûpê aqil!
Ez êdî ji tirsan ne diwêrim henekekê bikim û nej î fortekê
bidim xwe. Ji ber ku telefona malê têr nake, ya wê jî tim pê ra ye. Dikane
neheqiyeke min ya kevn were bîrî, forta min bike mane û bibêje çirt û
telefonekê bide pûlis. Çimkî li gor qanûna nuh êdî birîn û şahid jî nelazim
e, gotina jinê tenê her tişt e. Loma jî ez gotinên xwe berê baş diwezinînim û
dûra dibêjim.
Fort mort, hene menek êdî bûn dîrok.
Ez bawer dikim ne ez tenê, hemû mêrên kurd yên li Swêd kêm
zêde ew jî wek min ji tirsan pir ”medenî” û ”modern” bûne.
Piştî kuştina Fadîmê, keçeka me ya kurd ji hikûmeta Swêd ra pêşniyarek pir balkêş kiribû.
Gotibû, dibê hemû mêrên Musilman yê tên Swêd, wek ku meriv dikeve îmtihana
ehlîyetê, dibê ew jî têkevin îmtîhana medenîbûnê. Mêrên ku hemû norm û
kultura swêdiyan bi devkî û nivîskî qebûl bikin dibê ”ehlîyetê” bigrin yanî
mafê mayinê bigrin û yên negirtin jî dbê paş da werin şandin.
Vê îmtihanê bi hawakî resmî hîn dest pê nekiriye. Lê di
praktîkê da tiştê ji alî mêrên kurd ve tê bicîanîn hema ez sond dixwum ji
şertên îmtîhanê jî gelkî pêşdetir in. Lê dîsa jî têr nake.
Tiştekî ecêb, wê rojê min di rojnamyeke tirkî da xwend, li
gor rojnamyê eyaleteke Almanya(Baden-Württemberg) ev proja me swêdiyan ji me
dizîne û dixwazin li Almanya li hember hemû mêrên Musilman têxin praktîkê.
Li eyaleta Baden-Württemberg, kesê ku bixwaze bibe hemwelatiyê Almanya, ewê
têkeve îmtihaneke 2 seeatan ya devkî û nivîskî.
Kesê ku ji vê îmtihanê derbas bibe, ewê bikanibe mafê hemwelatiyê bigre.
Kesên ku hemû bersîvan rast bidin û mafê hemwelatiyê
qezenc bikin jî dûra heger şêleke eksî wê nîşan bidin ewê mafê hemwelatîtiya
wan were îptalkirin.
Yanî hemwelatîtiya bi şert e. Ya keça me ya kurd jî pêşniyareke wiha bû. Yanî
dema te sûcek kir ewê ehlîyet ji te were stendin. Em bibêjin di îmtihanê da te
soz da ku tu yê tu carî ne destê xwe û ne jî dengê xwe li hember pîreka xwe
ranekî, lê piştî 40 salan be jî, dema tee v sûc kir, tu yê ji Swêd werî
qewirandin.
Û ev şert jî tenê ji bo mêr heye, ji bo jinê tu şertekî
wiha tunye. Dema dilê wê bixwaze ewê bikanibe li te rabe jî û bi şimika xwe bi
qorika te keve jî.
Ji 30 pirsên ku li Almanya, li eyaleta Baden-Württemberg,
ewê ji kesên musilman werin pirsîn çend hebên wan weha ne:
1.Heger lawê te bibêje ez homoseksul im û bixwaze bi
zilamekî ra bimîne, tu yê çi reaksiyonê nîşan bidî?
2.Keça te bixwaze wek keçeke alman li xwe ke tu yê rê li
ber bigrî ya na?
3.Li gor we rast e ku jin îtîatî mêrên xwe bikin?(lê dema
mêr îtîat bike okey e, ne sûc e.ZX)
4.Derbarê zewaca bi çend jinan ra tu çi difikrî?
Û gelek pirsên din.
Wek min li jor jî got, esas ev fikir û proje ya keçeke
kurd e. Û hêvî ew bû ku ev pêşniyar bibe qanûn û li Swêd were tatbîqkirin. Lê
wer xuya ye ku almanan ev proja keça me dizîne. Heyf!
Axx axx, ka ew fortên berê!
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar