25 januari 2021

Hêvî dikim bi kurdî be!

 2/1/2006
 Netkurd


Mizgîniyeke min a biçûk li we, heger ne derew be bi sala nuh ra kanaleke din ya ”muzîka kurdî” li kanalên telewîzyonên kurdî zêde dibe. Hêvî dikim xeber rast be.

Sala 2005a  mala wê ava be, bi rastî jî ji bo me kurdan saleke pir baş bû û baş jî qediya. Hema em dikanin sala 2005a bikin mîlada destpêkirina azadî û serxwebûna kurdan.

Di sala 2005a da Celal Talabanî û Mesûd Barzanî tirk û dewleta wan ya ”kûr” û ”ne kûr” naqawt kirin. Hekemê maçê, tirk bi sedyeyê ji rîngê derxistin. Dewleta tirk hîn jî di komayê da ye, hîn nehatiye ser hişê xwe.

Her çiqas Serokkomarê Tirkiyê Necdet Sezer di beyana xwe ya sala nuh da dîsa bûye birrre birrra wî û xwe dîno-mîno kirye û xwedêgiravî tirs di kurdan firandiye jî lê palawreyeke vala ye û tu qîmeteke wan gotin û tehdîdên wî tuneye.

Komara Trikyê wek dewlet bi hemû dem û dezgeyên xwe ve rizyaye û ne dewleteke li gor vê serdemê ye. 

Ez bi xwe Dewleta Tirk(bi îdeolojiya wê ya Kemalîst ve) dişibînim ereba Lada ya Rûsan ya salên 1950î.
Çawa ku ereba Lada ya rûsan ya salên 1950î nikane beşdarî pêşbirka(pêşbaziya) Rallîyê bibe, Dewleta Tirk jî bi vê îdeolojî û sîstema xwe ya rizyayî û jidemêder(ne li gor demê, ne modern) nikane di vê cîhana modern da hebûna xwe zêde bidomîne. Zû dereng ewê teslîm bibe.

Loma jî fortên Sezer dişibin nûze nûze yekî li ber sikratê. Herkes dizane ku yê li ber sikratê nikane rabe tu jahrê belav bike!

Kurd êdî dewlet in, ne dewleta tirk ya rizyayî û ne jî hêzeke din nikane rê li ber vê yekê bigre.

Em werin ser mijara xwe.

Li gor nûçeya ANFê, (Ajanja Nûçeyan ya Firatê)kanaleke nuh li kanalên telewîzyonên kurdî  zêde dibe. 

Kanala bi navê Mesopotamia Music Channel(MMC) ya ”muzîka kurdî” di destpêka sala nuh da(2/1-06) dest bi weşana xwe dike. Kanal her roj ewê seet di nabêna  07.00 û 22.00-an da weşanê bike.

Li gor berdevkê kanalê Şiyar Munzur, ev du meh in ku kanal weşana xwe ya testê dike û êdî ev test qediyaye.

Li ser navê ANFê Devrîm Arslan,  bi berdevkê kanala MMCê Şiyar Munzur ra hevpeyvînek jî kiriye. 

Di xeber û hevpeyvînê da bi hawakî vekirî nayê gotin ku kanal ewê tenê bi zimanê kurdî be ya na?
Lê ji bersîvên Şiyar Munzur wisa xuya dibe, li gel îddîa ku kanal, ”kanaleka muzîka kurdîye”,  lê dîsa jî ewê cî bide muzîka farisî, erebî û tirkî jî.

Helbet erebî û farisî ji bo meşrûkirina muzîka tirkî maske ye, esas armanc muzîka tirkî ye. 

Ji ber ku kurdên bi erebî û farisî distirên pirr û pirr hindik in. Meriv dikane bibêje, hema hema tunene.
Kurdên Rojhilat, Başûr û Başûrê Biçûk ne bi farisî û erebî, bi zimanê xwe muzîka xwe çêdikin.
Yanî tu hewcedariyeke kurdên van beşên Kurdistanê bi muzîka erebî û farisî tuneye.

Dibê em hevûdu nexapînin.

Esas mesele kurdên Bakur, yanî kurdên Tirkiyê ne. Yên ku ne dil û ne jî destên wan, dinya jî xera bibe ji ziman û muzîka tirkî nabin tenê kurdên Tirkiyê ne. Ew bi ziman û muzîka tirkî ve bûne benîşt, bûne zamq, tu bibî Ezraîl û ruhê wan jî bistînî dîsa jî dev ji ziman û muzîka tirkî bernadin.

Ji ber ku wek tirkekî, ew ji ziman û muzîka tirkî hez dikin. Ne ku wek zimanekî biyanî, dema pêwîst be bikar tînin. Bêyî tirkî ew nikanin bijîn.

Ji ber ku ziman û muzîka wan ya rastîn, ya esasî, ya ku bi rastî jî ew jê hez dikin û zewqeke bêhempa jê digrin tirkî ye, ne kurdî ye. Kurdî him wek ziman û him jî wek muzîk di jiyana wan da wek pînakî li ser qumaşê îngilîz yê nuh e. Her însanê ne kor, vî pîneyî baş dibîne.

Rastî ew e ku, ew wek tirkekî ji ziman û muzîka tirkî zewqê digrin, dilê wan pê geş dibe û hestên wan pê radibe pêdarê. Ew evîndarê ziman û muzîka tirkî ne. Loma bi tirkî dipeyin û bi tirkî distirên.

Ew ji ziman û muzîka kurdî vê coşê, vê lezetê û vê heyecanê nagrin. Kurdî bi zor di wan geriyaye. Nikanin xwe jê bişon. Lê jê hez jî nakin.

Kurdên ku di ziman û muzîka tirkî da israr dikin, ne ji mecbûrî, bi îrada xwe ya axad vê hilbijatina xwe dikin û tu meyleke wan ya devjêberdanê jî tuneye.

Guhdarîkirina muzîka kurdî wan xemgîn û dilşa nake, hestên wan qamçî nake, kêf û şadûmaniya dilê wan pê ranabe pêdarê û wek mehîneke ereban serî ji wan nastîne. 

Yekcarnan ji mecbûrî bi kurdî dipeyivin û li muzîka kurdî guhdarî dikin. Lê ev ne rastiya dilê wan e.

Çimkî kurdî û muzîka kurdî di destpêkê da di hesêb da tunebû, ew dûra, bi riya siyasetê û bi rengekî derî daxwaz û îrada wan, bû ”bela” serê wan. Wek kurd dibêjin, bûye ”cilo û ketiye milo”, yanî bû bela serê wan û bi wan ve zeliqî.

Ne dikanin red bikin, ne jî qebûl bikin.

Ketine orta xelîl û celîl!

Ya xerab, ji ber ku carê gotine em kurd in, êdî tirk jî wek berê, wek ku ew dixwazin di medya xwe da cî nadin wan, berhem  û muzîka wan naweşînin. Û kurdên ku ne tenê bi gotinê, lê bi hemû hestên xwe jî kurd in, ew jî naxwazin li muzîka tirkî guhdarî bikin.

Loma jî ji bo van kesên evîndarên ziman û muzîka tirkî xuluqandina hin wasite û platformên bi navên xapînok gelkî  pêwîst û girîng e. Anacax bi riya hin platformên wiha(wek MMC, xwedêgiravî  ya kurdan e û cî dide muzîka kurdî) ew dikanin têr bi tirkî bipeyibin û bistirên û bi vî hawî jî dilê xwe rehet bikin.

Yanî ne tenê erebî û farisî, hebûna kurdî bi xwe jî di esasê xwe da maskê ye, armanca esasî tirkî ye, muzîka tirkî ye.

Ez bawer dikim “Mesopotamia Music Channel” jî ewê roleke wiha bilîze. Ez hêvî dikim ku ez şaş bim û ev kanal hemû bi kurdî be. Û bi rastî jî bibe mizgîniya min ya sala nuh.

Sala we ya nuh pîroz be!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE