29 januari 2021

Tirk Efrînê bi lezgînî dikin Erzîngan

 


Tirkan li Efrînê Merkeza Kulturî ya Anadoliyê ”Anadulu Kultur Merkezî” vekeirine.

Tirk Efrîna dagir kirine bi lez dikin Erzîngan, Xarpêt, Meletî. Pir dilezînin dikin.

Sûriye çima li vê dagirkeriyê temaşe dike, Rûsya Îran çima bêdeng in, ew jî tiştekî xerîb e.

Tirk li ber çavê dinyayê, 23 dewletên ereb çawa kanin vê çavsoriyê, vî hukmî bikin pir ecêb e!
Neyarê me yê herî xedar, herî nazîst tirk in, dewleta tirk e. Gerek em vê zulmê ji vê dewleta faşîst ra nehêlin.

Li ber çavê me welatê me, bajar, gund û malên me li xelkê belav dikin.

Li ber çavên me her roj tecawizî keç û jinên efrînî dikin. Hin kurd hîn jî hevalên wan in, tirk tecawizî keç û jinên kurd dikin, ew jî ji tirkan ra şoşbanîyê dikin.

 

XXX

Wezîrên karên derve yên Îranê û Tirkiyeyî, Cewad Zerîf û Mevlut Çavuşoglu li Anqerê hatine ba hev.
Gava berpirsên Tirkiyê û Îranê tên ba hev mijar kurd in, dixwazin gorra kurdan bikolin.
Vê carê jî miheqeq dîsa li hemberî kurdan pilaneke tirkan heye, dixwazin Îranê jî bikin şirîkê xwe.
Rejîma tirk ya îslamî-faşîst, hebûna me kurdan li her çar perçên Kurdistanê xistiye talûkeyeke mezin.

 

XXX
Wezarete perwerdê ya Îraqê li Kerkûkê dersa bi zimanê kurdî ji programa perwerdeyê ya sinifa dawî ya lîseyê derxistiye. Yanî zarokên kurd di lîsê, sinifa dawî da ewê nikanibin bi zimanê xwe bixwînin.
Belkî ev destpêk e, hêdî hêdî ewê perwerdeya bi kurdî ji kok da rakin.
Heta nuha hukûmeta Kurdistanê tiştek negotiye, ya jî newêre bibêje.
Em ji ku hatin ku, em çi bûn, bûn çi ?
Sebebê vê rewşa me ya perîşan ji ereban bêtir serok û berpirsiyarên kurd in, wan bi destê xwe, bi xayinî Kerkûk û nîvê Kurdistanê dan ereban.

Nuha jî ereb xwendina kurdî jî li zarokên kurd qedexe dikin û berpirsên kurdan jî dengê xwe nakin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE