29 januari 2021

Em ji kalikên xwe jî paşdetir in

 15/3-2006
 Netkurd

 Nazim Hîkmetê şair di şiîreka xwe da dibêje:

-Ez ji zarokê xwe yê hatiye dinyayê paşdetir û ji bavê xwe yê mirî pêşdetir im.

Bi van gotinan Nazim Hîkmet dixwaze bibêje, bi giştî nifşek(cîlek, qirnek) tim ji nifşê din pêşdetir e. Bi baweriya min jî îstîsna ne tê da, ev dîtin bi gelemperî rast e. Lê ne ji bo me kurdan.

Ez dinya alemê nizanim, lê em kurd bira pêşdetiriya ji bavê xwe li wir bimîne, em ji kalikên xwe jî, ji kalên kalên xwe jî gelkî paşdetir in.


Hema wek milet dema em li halê xwe binêrin((yanî em kurdên Kurdistana Bakur) emê bi hêsanî bibînin em him ji bavên xwe û him jî ji kalên xwe çuqsî paşdetir in.

Erê bav û kalên me gelekan pir nexwenda bûn, ne xwedî şehade û dîplomayên cûr be cûr bûn, belkî jî wek me zêde ne çep, ”şoreşger” û ”sosyalîst” bûn jî.

Lê qenekê wek me dev ji zimanê xwe bernedidan û ne heyran û evîndarên zimanê tirkî bûn.
Kurd bûn, bi kurdî dipeyivîn û zarokên xwe jî fêrî kurdî dikirin.

Lê em, ma em jî wiha ne?

Berê(heta salên 1970-î) çavkaniya jînê ya zimanê me dîndar, şêx û melayên me bûn.

Zimanê kurdî di medreseyan da bi riya wan kêm zêde dihat xwendin, zindî dima û belav dibû.
Lê nuha wan jî dev ji kurdî berdane, çend îstîsna ne tê da, hemû malper û waşanên wan jî êdî bi zimanê tirkî ne. Diyar e wan jî ”terakkî” kirine (!)

Ya xerab, çepîtî û kurdperperiya me jî tu feydeyek zêde negîhand me. Ji dêlî ku zanîna siyasî û bi taybetî jî çepîtî nasname û hestên me yên netewî xurttir bike, di warê zimên da qelstir kir.

Li gor salên 1960î kurd bêtir polîtîze bûne, bêtir organîze ne, xwedêgiravî bêtir xwe û cîhanê nas dikin.

Yanî di warê siyasî de bêtir ”şiyar” bûne.
Lê ”şiyarbûneke” bêberhem û belovacî ye.
Heger ne wiha bûya dibê nuha axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî di nava kurdan da bûba tiştekî herî tabiî, bûba zimanê danûstendin û nivîsandinê.

Pir mixabin netîce eksê vê ye. Her ku em ”polîtîze” bûne, bûne kurdperwer, çep, sosyalît û şoreşger, hewqasî jî em ji ziman û kultura xwe dûr ketine û nasnama me ya netewî ya kurdayetiyê zeîf bûye.

Yanî ji dêlî ku em bi pêş kevin, em bi paş de çûne. Heta ku em gundî, şivan, gavan û cotkarî bûn me zimanê xwe parastiye, lê roja em bûne bajarî, xwedî dîplome û ”bekçiyekî” dewleta tirk, me tavilê dev ji zimanê xwe berdaye.
Ev yek paradokseke pir mezin e. Lê rastiya me ye.

Li gor teoriya Nazim Hîkmet, dibê em ji bav û kalên xwe pêşdetir bin, ji wan bêtir li nasname, kultur û zimanê xwe xwedî derkevin.

Lê çi heyf ku sifra hazir eksê vê ye. Her nifşê (cîlê,qirnê) nuh, li gor yê din hîn zûtir û rehettir dev ji zimanê xwe berdide û bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyive.
Û wek kurd di vê şêla xwe de jî tu anormaliyekê, tu çewtiyekê nabîne.

Ma ne dibê wek mirovên dîndar, sosyalîst, pêşverû, ronakbîr, şoreşger û nizanim çi û çi, em ji her kesî bêtir bi berpirsiyarî û mesûlîyetên xwe yên netewî rabin û bi zimanê xwe bipeyivin, xwe û zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin.

Yanî wek mirovên welatperwer sosyalîst, pêşverû û çep, dibê berê em zimanê xwe fêr bibin, dûra yê xelkê.
Lê çi heyf ku em wiha nakin, em bi zimanê xwe ra tim miamela zarokê dêmariyê dikin.

Di vî warî da ez dixwazim îcar jî nimûneyekê ji kurdên me yên Enedoliya Navîn, ji kurdên Konyayê bidim.

Ez bawer dikim cara pêşî min kurdên ji herêma Konyayê li Swêd dîtin.

Di sala 1980î da dema ez hatim Swêd, min gelek kurdên Konyayê jî nas kirin û bi gelekên wan ra jî bûm dost û heval. Ez dikanim bibêjim hema ji destpêkê min ji wan gelkî hez kir.
Ji ber ku xusûsiyeteke wan gelkî kêfa min jê ra dihat: Bi hev ra bi kurdî dipeyivin.
Min wek şexs her tim qedir û qîmeteke mezin daye vê şêl û xusûsiyeta kurdên Konyayê.

Lê wer xuyaye ku ew jî hêdî hêdî dev ji vê xusûsiyeta xwe ya netewî, yanî dev ji zimanê xwe yê dayikê berdidin û dikevin prosesa asîmîlasyonê, yanî wendabûn û tirkbûnê.

Ev 400-500 sal in ku kurd li Enedoliya Navîn, li herêma Konyayê dijîn, lê ne heliyan, ne dev ji zimanê xwe berdan û ne jî bûn tirk.

Bi zarokên xwe ra tim bi kurdî peyivîn û dev ji kultura xwe bernedan.
Lê zarokên wan (nifşên piştî 1970î) vê tradîsyona bav û kalên xwe xera dikin, yanî hêdî hêdî dev ji zimanê xwe yê dayikê berdidin.

Tiştê wê rojê min dît ez gelkî xemgîn kirim û bû seb ku ez vê nivîsê binivîsînim.

Wê rojê şagirteka (xwendekareka)keç ya 19 salî ji bo çend hefteyan hat li ciyê ez lê dixebitim dest bi kar kir. Dibistanê ji bo praktîkê ew şandibû.

Dema min fêm kir ew kurda Konyayê ye kêfa min hat û hema raste rast ez pê ra bi kurdî peyivîm.
Lê bersîva wê ya bi tirkî ez matmayî hîştim.
Ez bi tirkî nepeyivîm û min di kurdî da israr kir. Wê jî di tirkîya xwe da.
Dema dît ez bi tirkî bersîvê nadimê, dest bi swêdî kir. Got ez bi kurdî nizanim.
Li gel ku ew li Swêd hatiye dinyayê lê dîsa jî bi tirkî wek bilbilan bû. Û bi kurdî jî qet nizanîbû.

Li gor gotina wê, ew bi dê, bavê xwe ra jî bi tirkî dipeyive. Min hinekî gazin ji vê yekê kir û got, ”çima ew li Swêd fêrî tirkî dibe?”

Bersîva wê pir balkêş bû. Ji min ra got:

-Ez li swêd dijîm, loma jî dibê ez bi swêdî bipeyivim. Û ez diçim Tirkiyê, loma jî dibê ez bi tirkî bizanibim.

Di sohbetên me yên dûra ez fêr bûm ku ne li vir tenê, dema ew diçe gund, li wir jî bi kalik û pîrika xwe ra bi tirkî dipeyive.

Ev destpêka asîmîlasyon û wendabûna kurdên Enedoliya Navîn e.
Helbet nimûne ne ev tenê ye. Di çend programên telewîzyonê da jî min dît ku li gundên herêma Konya û Kûlûyê zarok êdî bi kurdî nizanin, zimanê malê jî bûye tirkî.

Çi heyf ku teoriya Nazim Hîkmet, ” Ez ji zarokê xwe yê hatiye dinyayê paşdetir û ji bavê xwe yê mirî jî pêşdetir im” ne li ba me kurdên bakur tenê, li ba kurdên Konyayê jî belovaciya vê teroriyê ye.

Çimkî li gel hemû şiyarbûn, pêşketin, kurdperwerî û çepîtiya wan jî ew ji bav û kalên xwe ne pêşdetir in.
Heger pêşdetirbûna, wek bav û kalên xwe, ewê jî bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyiviyana.

Dibê em baş bizanibin, di nava kurdên Enedoliya Navîn da wendabûna zimên, wendabûna wan bi xwe ye jî…

 15/3-2006
 Netkurd

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE