29 januari 2021

Jiyan wek berê êdî ne sade û rehet e

Dr. Eser Çetînê hêja, dîsa çend şîret û nesîhetên baş li me kirine, gotiye, dibê meriv şevê 7-8 saetan rakeve. Egzersîzê, sporê bike, her roj bimeşe.

Mala camêr ava be, çêyiya me dixwaze, dixwaze siheta me li cî be û em xwe ji nexweşiyan biparêzin.

Yanî pêşniyarên wî giş jî nesîhetên baş in. Ji xwe ez û xanim jî kêm zêde her roj van tiştan dikin.

Lê xwedêjêrazî dûra bare me giran kiriye, hin tiştên dibê em nekin jî rêz kirine, gotiye, paşşivê nexwin, derengê şevê çayê, qahwê venexwin…

Ê bavo, gava em paşşivê nexwin, bi şev du qedeh şerab, fîncanek qahwa tahl û 3-4 qedeh çaya qaçax bi ser da venexwin, wê demê ji kurdayetîyê çi bi me ra dimîne?

Wele jiyan pir ne xweş bûye, nayê kişandin, her yek şîretekê li meriv dike. Meriv nizane gurra kê bike, gurra kê neke.

Ji bo xatirê em çend mehan zêde bijîn ji mecbûrî emê gurra tuxtorê xwe bikin.

Ez zanim camêr xêra me dixwaze, zane çi baş e, çi xerab e, lê bi Xwedê şertên wî jî pir giran in.

Jiyan wek berê êdî ne sade û rehet e, dibê meriv li gelek tiştan miqate be û gelek tiştan jî bike.

NOT:

Hin kes van henekên min cidî fêm dikin û li gorî wê şirove dikin.

Tişté min gotiye îronîye. Helbet dibê meriv gurra tuxtor bike.  tiştên dibêje, pêşniyarên dike giş rast in. Di vê dema coronayê da gelek fêda wî gihîşt me. Mala wî hezar carî ava be. 
Wek şexs jî ez pir jê hez dikim û carnan jî pê dişêwirim.

Ji xwe di nivîsê da jî min gotiye "em mecbûrr in gurra tuxtorê xwe bikin."


 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE