16 januari 2021

Şakelî got DEVE!

3/1-2005
Netkurd

Malpera me Netkurdê do hevpeyvîneke Ferhad Şakelî ya gelkî balkêş û êrîşkar ji soranî, ji tîpên erebî kir kurmancî û weşand.

Tiştê ji nuha da xuya ye ev hevpeyvîna Şakelî di nava kurdan da ewê olanek mezin bide. Çimkî Şakelî bi uslûbeke bêedeb heqaretên mezin li hemû kurdên kurmancîaxêv dike, wan û hemû edebiyata kurmancî bêqîmet û vala dibîne.

Şakelî di hevpeyvîna xwe da xwedêgiravî li ser alfabeya kurdî Latînî û Erebî radiweste û bîr û baweriyên xwe dibêje. Lê tiştên Şakelî li ser alfabeya Latînî û xizmetên Celadet û Kamûran Bedirxan dibêje ji rexneyên mirovekî alim, zana û medenî wêdetir e, hemû heqerat, îtham û îddîayên bêmistewa û bêbingeh in.

Şakelî bi qurretiyeke bêmane û bi şiklekî bêedep û bêûjdan Celadet û Kamûran Bedirxan û xebata wan ya ji bo kurd û Kurdistanê û ziman û edebiyata kurdî wek xizmeteke ji bo emperyalîstan û parçakirina Kurdistanê dibîne û wan bixwe jî bi Ataturkçîtiyê û ajantiya emperyalîzmê îtham dike.

Şakelî di êrîşên xwe yên zirzopane da ne Celadet û Kamûran Bedirxan bi tenê dike hedefên tîrên xwe yên jahrî, hemû kurdên ku alfabeya Latînî bi kar tînin jî wek ”kemalîst û ajanên Rojava”  dibîne û wan jî wek Celadet û Kamûran Bedirxan bi perçekirina Kurdistanê û miletê kurd îtham dike.

Şakelî rexneyên xwe bi alfabeya Latînî û kesên ku bi vê alfabeyê dinivîsînin jî sînor nake, ew hemû berhemên ku bi zaravayê kurmancî hatine nivîsîn jî ji alî huner û estetîk ve pir bêqîmet û vala dibîne. Bi pozbilindiyeke mezin tinazê xwe bi wan dike. 

Li gor Şakelî kurdên baş û heqîqî ew kurd in ku bi alfebeya erebî dinivîsin. Kurdên ku bi alfabeya latînî dinivîsin hemû ”kemalîst û casûsî Xerbê” ne.

Herçiqas hemû hevpeyvîna Şakelî di Netkurdê da hebe, lê dîsa jî ez dixwazim wek îbret çend nimûneyan bigrim vir. Şakelî dibêje:

”Alfabeya Latînî li ba kurdan diyardeyeka siyasî ye resterast girêdayî ye bi hewldanên emperyalîstan ji bo dabeşkirina Kurdistanê”

”Di nava kurdan de kes bi qasî malbata Bedirxaniyan dilsozên bîrûbawerî û îdeolojiya Ataturk nebû.”

”Celadet û Kamiran Bedirxan di hemû jiyana xwe de hewla wê didan ku Ataturk teqlît bikin, gelek ji dil heyranê şexsiyet û bîrûbaweriyên Ataturk bûn.”

”Celadet û Kamiran dixwestin ku tiştên di siyasetê de wenda kirine di ziman û kulturê de bidestxin. Malbata Bedirxaniyan her piştî hilweşandina mîrîtiya Botan li Stenbol û li Grîtê û li çend ciyên din jiyan, lê pêwendiyên wan her li gel dezgeyên emperyalîst, bi taybetî dexgehên casûsî hebû, ji bo wan kar kirin. Peydabûna bîra guhertina alfabê  jî berhemeka vê bîrûbaweriyê û vê hevkariyê bû.” 

”Ew edebiyata ku nivîserên îro yên Kurdistana Tirkiyê, a Sûriyê û Rûsyayê dinivîsin û berhem tînin, ku ew jî ji alî estetîk û hunerî ve hêjayiyeka wê  ya wiha tuneye.”

”Eger îro hin xwendevanên Kurdistana Tirkiyê defê ji bo latînî lêdixin ne ji ber dilsoziya ziman û kultura kurdî ye. Lê ji ber wê ye ku ev, kurdên kemalîst in, li pey Celadet û Kamiran Bedirxan tên ku ew hemû dost û hevkarên dezgehên casûsî yên Rojava bûn. Evên îro jî ji bo dezgeyên casûsî yên Rojava gilêz(girêz) û şorik ji dev û qelem û mejiyên wan tê xwarê. Hoyekî din jî ew e ku ev ne bi kurdî dizanin, ne haya wan ji mêjû û kultura kurdî heye.”

Dema meriv van rêzên jorîn yên bêmistewa û ji ciddîyetê gelkî dûr dixwîne meriv ji xwe ra matmayî dimîne. Kurdekî ku xwedêgiravî bi çavekî zana û rewşenbîr li xwe dinêre çawa dikane hewqasî dijminê beşekî ji miletê xwe be, wî û edebiyata wî hewqasî biçûk bibîne û ji nêzikbûna yekîtiya ziman û alfabyeke netewî hewqasî bitirse û nefret bike?

Bi baweriya min kesê ku bikaranîna alfabeya latînî wek perçekrina kurdistanê û kurdên ku vê alfabeyê bikar tînin jî wek ”casûsên Rojava” bibîne ya ew merivekî kêmaqil e ya jî nêta wî pir xirab û ne paqij e. Herdu îhtîmal jî xerab in.

Ji gotinên Şakelî yên jor jî meriv derdixe ku kurdên Başûr û Bakur nêzî hev dibin. Diyar e li Başûr jî di nava kurdan da meyla bikaranîna alfabeya latînî hêdî hêdî xurt dibe. Ji dêlî ku Şakelî bi vê meylê kêfxweş û dilşa bibe, ew wek neteweperestekî tirk har û dîn dibe.

Nêzîkbûn û yekîtiya kurdan di warê ziman û alfabeyê da be jî Şakelî jî gelkî nerehet dike. Kurdekî biaqil, dilzos û welatparêz dibê ji vê pêşketin û tendensê nerehet nebûya.

Lê Şakelî dibe. Ev tiştekî pir xerîb û pir jî seyr e.

Li Tirkiyê dewlet û regezperestên tirk ji bo ku yekîtiya hemû tirkan(azerî, tirkmen, kirgiz ûyd.), çi di warê zimên da be û  çi jî di warê alfabeyê da be pêk bînin bi şev û roj dixebitin. Lê yê me ji pêşketin û peydabûna meyleke wiha aciz dibe û li dij derdikeve. Qey ev jî şansê me kurda ye.

Şakelî bikaranîna alfabeya latînî wek siyaseteke emperyalîzmê ya perçekirina welatê me dibîne. Lê ev ne rast e. Rastî berovacî vê ye. Esas yên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem nehîştin li Başûrê Kurdistanê û li Sovyetê kurd alfabeya latînî bikar bînin, ne hêzên emperyalîst lê tirk bûn. Ji bo ku kurd ji hevûdu fêm nekin û nikanibin berhemên hevûdu bixwînin tirkan nehîştin li Sovyetê û li Iraqê alfabeya latînî were bikaranînin. Û mêrikan bi vê xebata xwe biser jî ketin. Bi rastî jî kurd ji hev dûr ketin.

Pêşketinên di warê teknîk û înternetê da dinya gelkî biçûk kiriye, sînorên heyî nikanin rê li ber nêzîkbûn û dan û stendina mirov û netewan bigrin.  Ev îmkanên globalîzmê yên nuh wek her miletî ji bo me kurdan jî îmkanên baş û bêhempa anîne holê. Êdî em kurdên her çar perçên Kurdistanê bi riya satelît û înternetê bi hêsanî bi hev ra didin û distînin, li muzîka hevûdu guhdarî dikin, ji edebiyata hevûdu haydar dibin û feydeyê dibînin.

Bêguman yên ji vê nêzîkayî û dan û stendinê neheret dibin dijminê me ne. Dewletên welatê me dagîr kirine ji bo ku em kurd ji hevûdu fêm nekin naxwazin em alfabeyeke yekgirtî(eynî) bikar bînin. Dema dijmin naxwaze em kurd yek alfabeyê bikar bînin meriv fêm dike, çimkî ew dijmin e.

Lê dema kurdekî xwedêgiravî rewşenbîr rabe li dij vê nêzîkbûnê derkeve, bibê nebê meriv ya ji aqilê wî ya jî ji nêt û armanca wî şikê dike.

Gotinek me kurdan heye, dibên ”yên xelkê mezin dibin biaqil dibin, yên me dixirifin”

Ez hêvî dikim ku Şakelî jî tenê xirifî be…

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE