16 januari 2021

Tirk dixwazin Norweçê jî bikin wek xwe


Tirkiyê careke din nîşan da li Tirkiyê rejîmeke irqçî, faşîst û neyarê miletê kurd heye.

Ji bo ku li paytexta Norweçê li Osloyê bi dîwarê kuçeyekê ve tabloyeke Gelawêj Welîdxan ya çend jinên YPJê nîşan dide hatiye bidardekirin, Tirkiyê qîyamet rakiriye.
Tirkiyê ji Norweçê, ji belediya bajêr resmî xwestiye wî rismî deynin, çimkî Tirkiye wan terorîst dibîne.
Û Tirkiye û tirk li dijî kê bin gerek Norweç û dinyaya jî wek wan bikin.

Lê ne Tirkiyê tenê xwestiye risim were daxistin , tirkên li Norweçê dijîn jî ji bo daxistina tabloyê kampanya vekirine, îmze topkirine.

Yanî tirkên li Osloyê jî bi qasî dewleta xwe irqçî, faşîst û neyarên qewmê kurd in.

Vana nazî jî derbas kirin. Li gorî van hovên faşîst gerek li tu dera dinyayê tu kes bi başî qala kurdan neke, gerek her dewlet, her welat, her hukûmet, hemû însanên dinyayê wek tirkan neyarên kurdan bin û bixwazin wek gurên har kurdan bixun.

Irqçîtiyeke hewqasî êrîşkar û dirinda nehatiye dîtin, di sedsala 21ê da dewleteke, miletek hîn jî hewqasî irqçî be, hewqasî neyartiya miletekî mezlûm bike, biwêribe daxwazên bi vî rengî ji dewleteke Ewrûpa bike ne karê aqil e, ji bo daxwazeke wiha dibê manyaq be. Tirk dîn in, nexweş in...

Hevalên YPJê bikanibin li gelek welat û bajarên din jî vî rismî wek afîş bidin dardekirin ewê pir baş e. Dibê li her welatê Ewrûpa kurd û dostên kurdan ji bo vê yekê bixebitin, vî afîşî bidin dardekirin.

Di medyaya sosyal da vê irqçîtiya Tirkiyê û tirkan îfşa bikin.

 -Dînîtî yeko yeko di însanan da pir sêrek e. Lê belê di grûban da, di partiyan da, di nava xelkê da û di serdeman da wek qaîde heye. 

///Nietzsche 

Ez dibêjim ev tespîta Nietzsche tam li gorî tirka ye, tirk bi rastî jî dîn in. Piçek aqilê di serê wan da hebû jî îslamîyan vala kirin.

Nuha qafikekî vala, irqçî û antî-kurd maye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE