17 januari 2021

Aqûbeta Seddam ewê were serê Ahmedînîjad jî

 25/12/2005
 Netkurd

Ez gotina xwe ya dawî di serî da bibêjim: Bi baweriya min tiştê hat serê Seddam Husênê dîktator, dikane were serê Serokkomarê Îranê Mahmûd Ahmedînîjadê fanatîk jî.
Texmîneke wiha ne teoriyeke vala û ne jî fantaziyeke bêbingeh e.
Di vî warî da gelek sebebên siyasî û aborî yên cidî hene ku dikanin vê texmînê rast û mimkûn bike.

Bûyer û pêşketinên van demên dawî yên di nabêna Îran, Emerîka û Îsraîl da rû didin gelkî dişibin yên dema berî îşxala Îraqê. Serokkomarê Îranê jî wek Seddam, bela xwe di Emerîka û Îsraîl dide û êrîşên mezin dibe ser hebûna Îsraîl.

Îran, di mesela çêkirin û pêşxistina programa xwe ya nukleer da jî bi Yekîtiya Ewrûpa û Emerîkayê ra li hev nake û wek Seddam siyaseteke bêkomprîmîs dajo.

Ahmedînîjad, di mesela reform û demokrasiyê da jî henekên xwe bi ewrûpiyan dike û dibêje:

-Me şoreş ji bo anîna demokrasiyê çênekir.

Ev jî nîşan dide ku di rojên pêş da dijayetiyên di nabêna Emerîka û Îranê da ewê gelkî gurr û firehtir bibin û herin bigihîjin nuxteya bikaranîna zorê. Dibê em kurd ji bûyer û tercubeyên dîroka nêz vê netîceyê derxin û li gor wê jî haziriyên xwe bikin. Bi taybetî jî kurdên Îranê dibê van dijayetiyên di nabêna rejîma Îran û Cîhana Xerb da baş bişopîne. 

Ahmedînîjad û rejîma wî, ji Seddam û rejîma Seddam fanatîktir û îrrasyoneltir e. Loma jî pir ne dûr e ku aqûbeta Seddam were serê Ahmedînîjad jî. Çimkî Ahmedînîjad, bi gotin û kirinên xwe yên ne rasyonel rastgerîna aqûbeteke wek ya Seddam mimkûn dike. Êrîşkarî û dînîtiya Ahmedînîjad li kara me ye. Heta jê tê bira êrîşê bibe ser Îsraîl û Emerîka.

Ahmedînîjad, çuqasî êrîşê bibe ser Îsraîl û bi taybetî jî ser Emerîka ji me kurdan ra hewqasî baş e. Em kurd bi tena serê xwe nikanin zora van rejîmên wahş û dîktator binin. Dema di ser vê xurtî û dîktatoriya wan ra, ew siyaseteke biaqil jî bajon bêguman karê me hîn jî zahmetir dibe. Loma jî çiqasî dînîtiyê bikin û bi Xerbê ra werin hember hev ji me ra baş e. Ji ber ku welatên Xerbî êdî nabin hevalên rejîmên ne demokrat, dîktator û totalîter. Zemînê hevalbendiyeke wiha nemaye. Di dema herba sar da ev hevalbendî mimkûn bû, lê îro şertê dinyayê hatiye guhertin. 

Serokkomarê Îranê Mahmûd Ahmedînîjad, bi rengekî vekirî li dijî hebûna Îsraîl e. Û vê dîtina xwe jî venaşêre. Çend roj berê di beyanek xwe da got:

-Heger dixwazin Îsraîl bibebe xwedî dewlet bira ji erdê Emerîka, Kanada ya jî ji yê Alaskayê beşekî bidin wan, ji bo ku ew jî dewleta xwe ava bikin.

Ahmedînîjad, berê jî carê di di 26-ê cotmehê da gotibû:

-Dibê Îsraîl ji ruyê dinyayê rabe.

Di axaftina xwe ya herî dawî da jî Ahmedînîjad dibêje:

-Heger ewrûpî bi gotinên xwe ra pir dilsoz in, dibê ew ji erdên xwe beşekî bidin sîyonîstan. (8/12/05)

Bêyî van gotinên xav û qebe û gelkî jî êrîşkar, Ahmedînîjad jenosîsada cihûyan jî qebûl nake û wê wek “propagandeyeke siyonîstan” dibîne.

Wek tê zanîn li gelek welatên Ewrûpa, kesê ku jenosîda cihuyan qebûl neke wan bernadin welatê xwe. Îcar Ahmedîjad bi rengekî vekirî dibêje ev komkujî derew û propangadeya cuhuyan e. Ev siyaset jî tu bixwazî nexwazî cepha li hember rejîma meleyan firehtir dike.

Yekcarnan dijminê meriv jî bi biryar û gavên xwe yên çewt ji serkeftina meriv ra dibin alîkar. Di vî warî da Seddam Husên nimûneyeke herî balkêş e. Xwedê ji ehmeqiya wî razî be, heger wî hewqas blof û serhişkî nekira, bela xwe di Îsraîl û Emerîka neda bêguman îro ewê ne di zindanê da bûye û hakimekî kurd ewê ew mahkime nekira. Yanî tenê bi Emerîka û Îsraîl ra biba dost û dost û menfeetên wan tehdît nekira îro ewê hîn li ser textê xwe bûye û kurdê jî wek berê dîsa perîşan û bindest û li serê çiyan bûna. Yanî yê kurd li Başûr anî vê nuxteya îro ji zanîn û xebata kurdan bêtir, serhişkî û çewtiyên dijminê me ye. Dibê em viya ji bîr nekin.

Ev yek ji bo dewleta tirk jî wiha ye. Heger tirkan jî wek Seddam, hesabekî çewt nekirina netîce dikanîbû îro ne wiha bûya. Berî her tiştî, Emerîkiyan ewê destên tîmên wan li paş pişta wan girê neda û çewal nexista serê wan. Dostayiya kurd û emrîkiyan xêra ”dijminatiya” emrîkî û tirkaye.

Wek Saddam, Ahmedînîjad û rejîma wî jî dikanin bi gotin û gavên xwe yên çewt karê me kurdan hêsantir bikin. Bi baweriya min ji nuha da sinyalên vê siyaseta ”îrrasyonel” pir berbiçav in.

Esas Ahmedînîjad û rejîma wî heta dereceyekê mecbûr in ku van çewtiyan bikin jî. Çimkî ev, di tebîeta îdeolojîya wan da heye, Ahmedînîjad ne merivekî rasyonalîst e. Ew mecbûr e li gor bawerî û îdeolojiya xwe ya dînî û fanaîtk biçe. Ev yek jî ewê bibe sebebê dijayetiya bi Emerîka û bi Xerbê ra.

Di destpêka sedsala bîstan da Xerbiyan, bi taybetî jî îngilîz û fransizan şerê azadî û serxwebûnê bi kurdan dan wendakirin. Bêyî alîkariya wan, ne mimkûn bû ku ereb û tirkan zora kurdan bibira û em wiha bikirana bindest û kole. Çawa ku bi alîkariya wan ya bi dijminên me ra em ketin vî halî, pir mimkûn e ku dîsa bi piştgirî û alîkariya wan jî em ji vî halî xelas bibin û bibin miletekî azad û serbixwe. Yanî her tişt were qesa berê.

Îdeolojî û Qerekterên rejîmên ku em di bin destên wan da ne û şertên herêm û cîhanê yê mewcûd ji dijminên me bêtir di lehê me da ye. Ji bo ku rejîmên xwe yên dîktator û totalîter ji dest xwe bernedin, mecbûr in li dijî Xerbê û demokrasiyê derkevin. Û em kurd jî bi eksê van rejîmên dîktator, demokrasî û azadîyê dixwazin û ji bo bicîkirina wê jî bi rastî jî bi ruh û can têkoşînê didin. Loma jî şansê qezenckirina me ji ya dijminê me zêdetir e.

Heta ku dijminên me ev dijmin bin, Aqûbeta Seddam zû dereng ewê rojekê were serê wan jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE