Seddam Husên, di dema îşxala Kuwêtê de, di teftîşeke xwe de belavokekê belav dike, dibêje:
-Divê nobetdar giş şiyar bin û li ser tetikê bin.
Berbangekê Seddam ji qerargeha xwe dertê û berê xwe dide
nobetdarê herî nêz. Carê mêze dike bavo çi mêze ke; nobetdar sîleha xwe daye
ser telîsên tije qûm, û destava xwe ya mezin dike.
Seddam dîn dibe, hema
radihêje sîleha wî û dike serê esker, dibêje:
-Tu îtîatî emir û qerarên eskerî nakî ha? Wê gavê ew tiştê
te kiriye bixwe ji bo ku aqilê te were serê te.
Esker li hember vê daxwaza Seddam şaş dimîne, lê çer bike?
Seddam e, ne wujdan e, ne merhemet e, gava bi emrê wî neke, ewê wî bikuje. Ji
mecbûrî, tiliyekê lê dixe, dibe devê xwe. Tiliyek, du tilî, Seddam dibêje:
- Bes e. Lê carek din jî tu tiştekî wiha nekî! Sîleha esker
didiyê û ji cem dide rê. Lê gava esker sîleha xwe digre, hema di cî da dixe pişta
Seddam û dibêje:
- Bisekine, ji kerema xwe ra yê mayî jî tu bixwî!
Seddam bala xwe didiyê esker ciddî ye, ku bibêje naxum,
dikane wî bikuje. Ji mecbûrî ew jî çend tiliyan lê dixe û vedigere qerargeha
xwe.
Di ser vê bûyerê ra çend meh derbas dibin, ordî di şer da
dişkê, hinek teslîmî mutefîkan dibin, hin jî ber bi Iraqê va baz didin. Ji qeza
qudretê ra dîsa tên li wî cîyî molayê didin. Çavê Seddam bi wî eskerî dikeve.
Ban dikê, dibêje:
- Fena ku ji derekê ez te nas dikim. Gelo tu hevaltî ya jî
merivantiyeke me bi hev ra heye?
Esker dibêje:
- Na, ne hevaltî û ne jî merivantiyeke me bi hev ra heye. lê
heger bê bîra te, çaxa em diçûn sefera Kuwêtê me dîsa li vir mole dabû. Wê sibê
min û te, me bi hev ra li vir xurîniya kiribû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar