17 januari 2021

Em û devokên me

Bi baweriya min îro ji bo me ya herî muhîm em bi kurdî binivîsin û bi peyivin. Ji bo ku em di dibistan û zanîngehan da fêrî rastnivîsê, gramer û îmlayê nebûne û standardeke kurmancî ya her kes zane tuneye, pir normal e meriv hin şaşiyan bike. 

Dibê meriv vê yekê mezin neke, pê însanan netirsîne, ji nivîsîna bi kurdî sar neke.
Ji bo ku em kurmancî di dibistanan da fêr nebûne, her kesî eynî kitêb nexwediye, lema jî însanên bi devoka xwe bipeyive, bi qasî ku fêr bûye ewê binivîse.


 Li Swêd jî gelek devok hene. Mesela swêdiya "Skonî"(skånska) ji swêdî bêtir işibe danîmarkî, fêmkirina wê jî pir zahmet e. Kesên xerîz zor fêm dikin.

Lê skonî di telewîzyon û radyoyê da bi devoka xwe dipeyivin, bi devoka Stockholmê napeyivin û ev ne mimkûn e jî.

Yê me kurdan jî eynî ye, di axaftinê da dibê her kes bi devoka xwe bipeyive. Lê nivîs devokî nabe, dibê li gorî standarda heye meriv binivîse.

XXX

Medyaya sosyal, bi taybetî jî twîtt, facebook, temaşekirina li programan gelek wexta meriv digre, piştî demekê ji bo gelek kesan dibe xû, hînbûneke ji karê bêtir, zirarê dide meriv.

Hin kes nikanin bi xwe, dibin mubtelayê wê û wexteke zêde di van platforman da derbas dikin.

Heger wan wextên xwe hewqasî di platformên medyaya sosyal da nebuhurandina wanê gelek karên baştir û mayîndetir bikirana.

Lê ji bo ku wexta xwe zêde didin nivîs û minaqaşeyên medyaya sosyal, ji karên xwe yên muhîmtir dimînin.

Kesên ji destê wan hin karên baştir û bi fêdetir tê, xwezî zêde wexta xwe nedana nivîsên twîttan û minaqeşeyên bêfêde û bi zirar. Wê demê wê baştir bûya.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE