15 januari 2021

Coronayê dûzanek nuh da dinyayê

Berî Coronayê hin kar, hin tişt, hin xizmet pir bûbûn. Ez welatên din nizanim, lê li Stockholmê serê her çend gavan aşxaneyek, qahwexaneyek, bi hezaran texsî li bin guhên hev diketin.

Bi zêdebûna xerîban ra ev kar jî wek pirparê û kakivîlkan zêde bûn.

Coronayê tiştên zêde giş şirt kirin. Dinya berê pir tevlihev bû, gelek tiştên ne hewce hebûn, Coronayê dûzanek nuh da dinyayê. Însan şaşomaşo bûne, nikanin întîbaqî vê dûzana nuh bikin.

Qareqara însanan e, dibêjin em bat bûn, ji dewletê alîkariyê dixwazin. Dewlet alîkariyê dike, lê têrê nake, nikane heta û heta dom bike.

Rast dibêjin bat bûn, lê yê zeîf, tiştê zêde jî daîm mehkûmî têkçûnê ye. Dewlet nikane gişan xelas bike.

Dibêjin bazara înşîatê û xanîyan jî nesîbê xwe ji vê qirîzê girtiye.

Corona zalim e, bela xwe him di însên daye, him jî di malê wan. Can jî, mal jî, yek ji yekî şîrîntir e, lê qet ne xema Coronayê ye, carê ba li me anîye, heta me baş negvêşe ji me nagerre...

 

XXX

Gotineke pêşiyan ya gelkî xweş û rast heye:

-Dema siûd hat serî, dixwaze bila bizirre wek kerê henşerî, dîsa jî xelkê bêje aferî.

Rast e, heta malikê li wan diviritîne jê ra li çepikan dixin, dibêjin "aferîn"!

Piştî ku Hasil diçe Mûsil, poşman dibin, dikin ax û of, lê dereng e, ax û of pere nake...

 

XXX
-Xelkê ku siyasetmedarên bertîlxur, fêlbaz, diz û xayinan hilbijêre ne qurban e, ew jî şirîkê sûc e.

Gerorge Orwell

Bi baweriya min camêr rast gotiye. Ev 19 sal in yê di her hilbijartinê da AKPê û Erdogan tîne ser hukim xelk e, gel e. Lema gel û milet jî şirîkê vê zulmetê û van sûcên vê hukûmetê ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE