28 januari 2021

Miletê dewleta wî tunebe mahkûmî wendabûnêye

 



Ji bo ku em kurd jî rojekê bibin xwedî dewleteke netewî, daxwaz, fikrê dewletbûnê, hedef pir muhîm e, serê her tiştî ye.  Daxwaz û xeabt tunebe meriv tiştekî fêr nabe, tiştekî bi dest naxe. 

Ez bawer dikim êdî her kurdî fêm kiriye heger em nebin xwedî dewlet, heger zarokên me jî wek yên tirkan bi zimanê xwe nexwînin, emê bihelin, bibin tirk.


Bêguman bi xwestinê tenê em nabin xwedî dewlet, dibê em bikanibin tirkan ji welatê xwe derxin, ya jî îqnayî federasyonekê bikin.

Lê di vir da xwestin, fikrê dewletbûnê gelkî muhîm e, wek jahûdîyan, dibê bi her kurdî ra jî ev fikir, ev daxwaz hebe. Gerek Kurdistan çê bibe, em kurd gerek bibin xwedî dewleteke netewî. Heger ev nebe baş bizanibin em qediyan e, tirkên pêşerojê ne.

 

XXX

Carnan li vir ez gazinan ji kalîtiya xwe dikim. Bala min lê ye xort avê bi ber dilê min direşînin,moral didin min, dibêjin tu xort î, dilê xwe xera neke. Gelî xortan, ji kalîtiya xwe ne aciz im, aciz bim jî netîceyê naguher. Tiştê li ser kalîtiya dibêjim wek mîzahê qebûl bikin.

Dilê xwe bi halê min neşewitînin, nabêna min û kalîtiyê baş e, tu problem tuneye.

Helbet ez nuha çend salên din ciwantir bûma baştir bû, lê bi xwezîyê umrê çûyî bi paşda nayê...

Guh nedinê, taliya her kesî ev e...

 

XXX
Heta ku hiş û aqilê min hat serê min, jîr bûm, min hew bala xwe dayê ez kal bûm.

Heta min xwe nas kir, min mal li xwe xelas kir. Destvala jî min kir nekir, min tu havil nekir.

Tiştê min kir, min çend gotin, çend rêz nivîsîn. Ne tiştên pir mezin in, lê ji tunebûnê çêtir in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE