28 januari 2021

Kûçikên xelkê jî biaqil in

 


Hin tişt hene, meriv jê ders û ibretê digire, dema meriv dibîne, nabe meriv qalê neke.

Do dema ez ji ser berber dihatim, bi rê da rastî du xanimên swêdî hatim, kûçikên xwe digerandin. Ji bo ku rê bidin min û kûçik neyên min, ji xaniman yekê, ya li alî min, bi destê xwe aliyê rastê yê rê nîşanî kûçikê xwe da û jê ra got:

-Hoppa !

Yanî xwe holke vir !

Kûçik, boncîyekî biçûk bû, gotina jinikê fêm kir, xwe holî nava berfê kir, rê da min…

Ez hatim mal, min mesele ji xanimê û lawikê xwe ra got. Min got kûçikên van jî wek wan biaqil in, gotinê fêm dikin.

Jinikê ji kûçikê xwe ra got, wê da here, rê bide yê derbas dibe, kûçik fêm kir.

Kûçikên me yên feqîr tenê şo şo û oşt oşt fêm dikirin.

Lê ne sûcê kûçikan bû, sûcê me bû, me heywan perwerde nedikir…

Belkî nuha hinekî başti bûye…

Li Swêd kar jî bi kûçikan didin, kirin, kûçikên ji Koran ra rêberiyê dikin jî hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE