27 januari 2021

Dibê meriv her rismî nexape

Berî herim ser berber wiha bûm

Porê min pir dirêj bûbû, ev çend roj in min nêt hebû herim ser berber û hinekî xwe xweşik bikim. Lê min li hev ranedigirt.

Vêsê piştî min xurînîya kir û tiştê dibê min binivîsanda nivîsîn, ez ketim rê, çûm ser berber. Pir ne qelebalix bû, 3 kes di ber min da bûn, dor zû hat ser min.

Bi vê minasebetê li saet û nîvekê jî meşiyam.



Ev jî şiklê min ê nuh e, ez bawer dikim ji berê baştir e.

Di rismê berî herim ser berber da ez wek kalekî hilhilî xuya dikim. Orjînal ne wisa ye, risim min pir kal nîşan dide. Yanî bi risin nexapin, orjînal gelkî ciwantir r.

 XXX

 9618 hevalên min ên twîtterê hene, mala wan ava be min taqîb dikin.

Ez gişan taqîb nakim. Gava bibînim bi kurdî dinivîsin û twîttên wî/wê bala min bikşîne taqîb dikim.

Lê di vê nabênê da gelek keç û xortên hêja hene bala min nekişandine.

Ji kal û pîran bêtir, ez dixwazim ciwanan taqîb bikim, guh bidim fikrên wan. Gelo li ser halê me, ji bo pêşeroja me çi dibêjin ?

Çimkî êdî dora wan e, ewê ala serxwebûnê ji me dewr û teslîm bigrin.


Em êdî ne di kadroya lîstikvanan da, em yên tirubînan in. Bi me meriv nikane tu maçan qezenc bike.

Bîstek berê rastî du xortên, du kesên hêja hatim; Sadiq Gewran Goyî, Salih Suleymanî. Heta nuha riya me bi hev neketibû, îro bi tesadufî ez rastî wan hatim û bûm heval.

 XXX

Şêwirmendê hêzên pêşmerge Serbest Lezgîn ji Rûdawê ra gotiye, Daîşê sûd ji valahiya li Îraqê û li Sûriyê girtiye û xwe ji nû va organîze kiriye.

Amerîkî jî eynî tiştî dibêjin.

Tiştek pir zelal e, kurd jî, amerîkî jî û dinya jî sebebê vê yekê zanin, lê newêrin bibêjin.

Heta li Tirkiyê ev rejîma îslamî-faşîst li ser hukim be, Daîş maîş tu carî naqede.

Çimkî Daîş û çeteyên îslamî giş leşkerên Tirkiyê ne, li Tirkiyê çirvîta serok û mezinên Daîşê ne.

Her kes viya zane, lê ji tirsa Erdogan newêrin bibêjin, ji dêlî wê qala Daîşê dikin. Îro Daîş Tirkiye ye, Daîşek bêyî Tirkiyê tuneye. Rastî ev e. Hûn mêr in, hûn diwêrin, fermo bajon ser xwediyên Daîşê.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE