27 januari 2021

Ji bo ku her kes bibîne...

Xoce Nesredîn rojekê kerê xwe yê meşûr biriye mazatê (bazarê). Di nav mazatê de çûye û hatiye, bi dengekî bilind ban kiriye, gotiye: ”Difroşim, ha difroşim!”

Cambaz û kesên ku dengê Xoce bihîstine tavilê li dora wî kom bûne. Yekî xwestiye li diranê kerê mêze bike, kerê dev lê kiriye, nehîþtiye mêrik li diranên wî binêre.


Yekî din derbasî paşiyê bûye, xwestiye dêla wî rake, kerê zîtikek baş lê xistiye, mêrik di cî de tevizandiye.
Welhasil, kî nêzîkî ker bûye, ker derbek lê xistiye, nehîştiye yek bikir(muterî) jî bi teqala wî keve.

Li ser vê henşerîtiya ker, delal li Xoce rabûye, gotiye:

– Zû vî kerê xwe bibe, hîn kes seqet nekiriye. Ev ker tîzokî ye, kerê tîzokî kes nakire.

Xoce keniyaye, gotiye:

– Ma ji xwe min jî ew ji bo firotinê neanîbû!

Delal û muşteriyên li dorê giş şaş mane, gotine:

– Hyeran, heger te ji bo firotinê neanîye û tu yê nefroşî, le te ji bo çi ew anîye mazatê, tu  wî harac û mazat dikî?

Xoce  gotiye:

– Ji bo ku her kes bibîne ez ji destê vî kerî çi dikşînim!

Heger tu di dewsa min de bûya...

Jina Xoce Nesredîn ya ewilî jineka bêdebar, dîlbaz, bêehlaq û heta tu bixwazî yeka derewîn bûye. Her roj tiştê nemayî aniye serê Xoce. Xoceyê feqîr ji destê wê ketibûye êlamanê, nizanîbûye çer bike. Gelek caran ji xwe ra gotiye:

– Sal û zeman xerb hatiye, nuha ez berdim miletê hezar çîrokî li ser derxe, ez bernedim mereza kedî ye, kula bi rîş e, wê canê min dabarîne.
Welhasil, heta ji Xoce hatiye ji ber daxwariye, ” sê kevirê wê " nekiriye mistê, ew bernedaye.

Rojekê di cimatekê da, çawa bûye, Xoce ji vê jina xwe ya fêlbaz cardin gazin kiriye, gotiye:

-Heyhewar, ez kezebreşî bûm, êdî nayê kişandin.

Ji cimatê yekî pirsiye:

– Xoce, ev çend sal in  tu bi vê jinikê ra zewicî ye?"

Xoce gotiye:

– Ev sed sal in ez pê ra  zewicî me.

Li hember vê bersîva Xoce,  mêrik şaş maye, gotiye:

– Ya sitar Xoce !, umrê te hîn çel e û tu dibêjî ev sed sal in ez zewicî me,  ma ev çawa dibe ?

Xoce kenîyaye, gotiye:

– Dibe dibe, hela carê tu werî li mala me çend rojan bimîne, tu yê bi çavên serê xwe bibînî ku ka roj, meh û sal çawa zû derbas dibin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE