28/2-2006
Netkurd
Li gorî rojnameya tirkî Zamanê nivîsîye, wezareta hundur ya
Tirkiyê bi qerarnameyekê diyar kiriye Tirkiye ji nuha û pê ve mohra ”Herêma
Kurdistanê” qebûl dike. Kesên li ser peseporta wan mohra Kurdistanê hebe û
bên Tirkiyê, Tirkiye ewê wan paş da venegerîne.
Lê dîsa li gorî eynî qerarnameyê, heger di peseporta yekî da navê cihê jidayîkbûnê ”Kurdistan” hatibe nivîsîn, Tirkiye ewê destûrê nede ew kes têkeve Tirkiyeyê.
De îcar were vî kerî di vî buhurî ra derbas ke!
Yanî tirk bi vê qerarnameya xwe ya bêdil, welatekî û mohra
wî qebûl dikin. Lê qebûl nakin ku yek li wî welatî hatibe dinyayê.
Lawo bi rastî jî hin alimên Ewrûpî li we ne neheq in, dema dibêjin ”tirk ehmeq
in”, ya jî bi kêmasî ji ewrûpiya kêmaqiltir in.
Hey korfahmên ji korfahman!, ma ne dema meriv hebûna
bajarekî ya jî welatekî bi hawakî fizîkî qebûl bike, wê demê pir normal e ku
însan jî li wî bajarî û li wî welatî werin dinyayê.
Ma welatekî ku miriov lê neyên dinyayê heye?
Dema welatek hebe, mecbûrî însan jî ewê li wî welatî ji dîya xwe bibin, werin dinê.
Ji bo ku meriv vê yekê qebûl neke, dibê ya meriv tirk be ya
jî ji ehmeqan jî ehmeqtir be.
Ez nizanim ez ji we ra çi bibêjim?
Hema Xwedê aqilekî bide we!
Topa Xwedê Ez nizanim topa xwedê çima tim li mixalifên PKKê dikeve. PKKê dîsa destên xwe di xwîna hevalekî xwe gerand; Feysel
Dunlayicî jî kuşt. Lê PKKê heta nuha bi hawakî vekirî û resmî qetil negirtiye
ser xwe. Lê ez nizanim çima topa Xwedê, hema tim dihere li rebenên ku ji PKKê veqetiyane dikeve, rojekê ji rojan hema ji qeza qudretê ra jî be naçe li Dûran Kalkan, ya jî li serokekî din yê PKKê nakeve.
Tu dibêjî qey Ezraîlê Xwedê Teala tenê xwe daye bende kesên ji ku PKKê
vediqetin, hema kî veqete ezraîl wek ”melekê mewtê” li ser piştê ye, ya
gullebaran dike ya jî bombeyekê dixe turimbêla wan û tavilê ruhê wan distîne. Dîyar e kesê ku dixwaze li vê dinya ronak hinekî din bijî,
divê xwe şaş neke û ji PKKê veneqete, roja veqete divê bizanibe ku ”ezraîl”
li pê ye, zû dereng ewê li derekê bê(ba)lê bîne û ruhê wî bistîne. OS û medelyeyên tirkan OS a îsal ya li Îtalyayê li bajarê Turînê, him vekirina wê û him jî girtina wê bi rastî jî muhteşem bû. Îtaliyan kat û deqîqeyên zû bi zû nayên jibîrkirin bi sporhizan û bi gelên cîhanê dan jiyandin. Mala wan ava! Wek tê zanîn ”birayên me yên tirk” jî bi hela hela û bi
qerepereyeke mezin tevî OS a îsal bûn. Lê ji ber ku ez malê xwe nas dikim, min dizanîbû ku
nikanin tu jahrê belav bikin. Loma jî min ji xwe ra got Zinar, qet xema nexwe
dîsa li dawiya her kesî ne.Ya girîng ne libakirina alê ye, netîce ye. Lê malneketa yek medelye jî negirtin. Diyar e sporên wiha ne biranş û karê “birayên me yên tirk” in. Ew di hin “sporên” din da gelkî jêhatî ne. Heger OS a eroîncîtî û jinfiroşiyê(çimkî
li Ewrûpa tîcareta narkotîka û jinan di destê tirkan da ye), qaçaxçîtî û
sextekariya her tiştî hebûya bê guman “birayên” me yên tirk bi rastî jî
medelye ji kesî ra nedihîştin. Ez bawer dikim di hustuyê xwe kirina. |
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar