26 januari 2021

Em ketine feqek pir xerab

Tirkan di warê zimên û asîmîlasyonê da em xistine rewşeke pir xerab, li hemberî vê rewşa malwêran tu bêdeng bimînî nabe, ne rast e, tu deng bikî, fikrê xwe bibêjî, rexne bikî miheqeq hinek diqeherin.

Tirkan em xistine halekî pir xerab.
Li ser asîmîlasyonê tu çi binivîsînî, çi bibêjî miheqeq dibe problem. Her rexne, her minaqeşe dibe sebebê însan bi hev kevin, carnan jî dilê hev bihêlin.

Gava ez dibînin dostên min, merivên pir hêja, merivên ez ji wan pir hez dikim li ser gotinekê, li ser tiştekî tune bi hev dikevin, dilê hev dihêlin, ya jî tiştên meriv pê diêşe ji hev ra dibêjin, ez gelkî xemgîn dibim, bêhuzûr dibim.

Bindestiyê em giş xulkteng kirine, em zû hêrs dibin.

Xwezî em li hemberî hev hinekî din bînfire bûna. Di xulqê fire da kara meriv heye, zirara meriv tuneye.

Şûşa dil carê şikiya hew dicebire, kesên welatparêz şûşa dilê hev neşkîne baş e.

 

XXX

Halê em kurd nuha tê da ne, ne tu hal e, halê girî ye.

Lê tim şîn û girî jî ji bo siheta însên ne baş e.

Girî, ne halê me baş dike, ne jî fêdeyeke wî digihîje me.

Lema jî meriv tim qala tiştên meriv xemgîn û bi girî dike neke baş e, dibê meriv carnan jî bimizice, heta bi zaliman bikene.

Tu tişt, rejîmên siyasî jî tê da, ne ebedî ye, ev roj jî ewê derbas bibin, bimizicin, bikenin, hinekî jî qala tiştên xweş bikin. Çavên xwe bigerînin, bînin bîra xwe...

XXX

-Napirse ku bizanibe, bipirse ewê bizanibe. Nizane ku bipirse, zanîbûya ewê bipirsiya.

-Tu tiştek bi qasî cehalete ketiye tevgerê ne felaket e.
-Çerxa zaliman bi serê cahilan ê naxebite digere

Di zaroktî û xortaniya min da berfa Qerejdaxê ji nuha pirtir bû, lê sporeke wiha tunebû. Piştî sal bi ser 70î ket tiştên wiha derketin. Şansê zarok û xortên nuha heye. Me ji jiyana xwe tiştek fêm nekir.

Nuha ez bi Qerejdaxa xwe hinekî din serbilind im.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE