26 januari 2021

Çend gotin li ser nobedar û abûqatên kurdî !

 Xortekî bi navê Mem Husêdîn, ji wekîlên kurdî gazin kiriye, gotiye em dixwazin kurmancî û zazakî fêr bibin, lê ji tirsa hin kesan meriv newêre binivîse.
Gava tu gotinekê şaş dinivîsî, hin kes henekên xwe bi meriv dikin, meriv şerm dike û ji kurdî sar dibe. 

Camêr gotiye, heger hûn dixwazin kurd zimanê xwe fêr bibin, di medyaya sosyal da bi kurdî binivisîn, dibê hûn henekên xwe bi xelkê nekin, bibêjin ”tu wiha binivîse baştir e.”


Li ser vê meselê min çend caran nivîsîye û kesên bûne abûqatê kurdî û bi çavê pûlisê tirafîkê li xwe dinêrin rexne kiriye.

Her kes zane me zimanê xwe di dibistan û zanîngehan da fêr nebûne, kesî di zaroktî da îmla û giramer fêrî me nekiriye. Her kes bi hewildanên xwe fêr bûye, fêr dibe. Ji bo hinekan fêrbûna rastnivîsê hêsa ye, zû fêr dibin, ji bo hinekan zor e, wextê digire.

Lema jî pir normal e yên nuh dest bi nivîsîna kurmancî, zazakî dikin şaş binivîsin.

Dema meriv şaşiya dostekî xwe, hevalekî xwe dît ya dibê îşê xwe jê neyne, ya jî şexsî jê ra binivîse, ji bo însan şerm nekin.

Ne xweş e meriv zimanê kesê nas nake alenî  rexne bike.
Gerek meriv exneyên xwe xelkê netirsîne, ji kurdî sar neke.

Meriv tu tiştî bi derbekê da, ji destpêkê fêr nabe, fêrbûna her tiştî wextê digre, meriv hêdî, hêdî fêr dibe.

 Ji bo fêrbûna sinetekî meriv berê dibe şagirt, dû ra dibe xelfe, dûra dibe hoste û bi vî hawî sinet fêr dibe.
Meriv di rojekê da nabe şofêr, meriv berê dibe miawîn, bi salan miawiniyê dike, dûra dibe şofêr.

 Ji bo ku meriv bibe mamoste, berê meriv dibe telebe, xwendekar, bi salan dixwîne û dû ra dibe mamoste.

Fêrbûna kurdî jî eynî tişt e, hêdî hêdî, yên îro zimanzan in, li ser zimên kitêba dinivîsin, berê wan jî şaş dinivîsî, lê dûra fêr bûn.

Ez tim dibêjim, kesên nuh nivîsîna kurdî fêr dibin dibê guh nedin  pûlis ûş abûqatên kurdî, rexneyên kesên xwenezan ji xwe ra nekin derd; binivîsin bira şaş be. Gava gotin ev şaş e, bibêjin,  ”çi te ra, ez şaş dinivîsim !”

Di tirkî û swêdî da min qet nedîtiye kesî zimanê hev rexne kiribe. Kî çawa dinivîse kes îşê xwe jê nayne. Ev exlaqê pîs tenê li ba kurdan heye, bi rexneyên xwe însanan qudûmşikestî dikin.

Gava ez şaşiya xortekî, keçekê dibînim, heger muhîm bibînim, jê ra şeşxsî dinivîsim, jê ra dibim alîkar, alenî moralê însanan xera nakim.

Temiya min li Mem Husêdîn û Hakan Ezgîn û kesên din, qet guh nedin kesên zimanê we rexne dikin, gava yekî zimanê we rexne kir, bibêjin "çi ji te ra ez çawa dinivîsim? Ma tu abûqatê kurdî ye?…"

                          

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE