02 januari 2021

Lîsteya kitêbên kurdî yên îsal çap bûne

 


Diyarnameyê wek hersal, îsal jî lîsteya kitêbên li Kurdistana bakur hatine weşandin daye.
  
Diyarname bi vê xizmeta xwe ya her sal karekî hêja û baş dike. Bi vî hawî meriv fêr dibe di salekê da çend kitêbên bi kurdî hatine çapkirin.
  
Kîjan weşanxaneyê çend kitêb û yên li ser kîjan beşan çap kirine. Înformasyoneke pir bi qîmet e. Ez Diyarnameyê û Cemîl Oguz pîroz dikim.

Weşanxana "Name" yê kitêbeke min jî weşand, lê ne navê "Name"yê û ne jî navê kitêba min di lîsteyê da tuneye. Diyar e weşanxane giş di lîsteyê da tunene. Ji xwe wan jî gotiye belkî ji sedî pênc kêmasî hebe.

Cemîl Oguz: Mamoste merheba, 1-Xwedî Nameyê agahî nedan min,2-Nava salê jî kesî pirtûk ji me re neşandiye, 3-Navê pirtûkê, çi cure ye ji min re bişîne ez lê bikim, 4-Jixwe me gotiye dibe %5 kêmasî hebin ji ber wekî ji vê mînakê jî diyar e haya me pê naxin. Gelek silav

Zinarê Xamo: Ser çava Cemîl. Na ne hewceye. Piştî Name di lîsteyê da tuneye ne rast e tu kitêba min tenê têxî lîstê. Ji xwe we jî gotiye belkî ji %5 kêmasî hebe. Navê kitêbê "Stirîyên me" ye, meqaleyên min ên nabêna 1986-1995a ne.

Cemîl Oguz: Mamoste wekî rêgez her sal piştî weşandinê jî kêmasî me hebin û xeber bên em temam dikin. Gavek din ezê lêkim. Ezê carek din jî pirs bikim, wekî din ên Name hebin ezê wan jî lêkim. Axir em hem ji bo îro hem ji bo pêşerojê dinivîsin...

Zinarê Xamo: Baş e, hûn zanin. Hûn çawa rast dibînin wer bikin. Ji bo min prensîbên xwe xera nekin, ne muhîm e. Ne ji bo ku hûn lê zêde bikin min got.

Cemîl Oguz: Min lêkir. Du pirtûkên Nameyê hebûn her du jî min lê kirin. Silav bo te.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE