02 januari 2021

Çînî rehet nasekinin

Çînî bela ne, kes nikane bi wan ra kaban bavêje. Mêrikan ji mûriyan jî jîrtir in.

Salek berê mêrikan vîrusa Coronayê berra canê dinyayê dan, malik li dinyayê xera kirin.

Piştî keftelefteke mezin, însanan bi zor ji xwe ra dermanek peyda kirin. Her kesî kêf kir, got wele êdî emê ji hefsên xwe derkevin der, azadî nêz e.

Lê kêfa însanan zêde neajot, zû qurçimî.
Însan hîn di haziriya derketina der da bûn, çîniyan vê carê jî Corona mutasyon kirin, vîruseke bi navê Covîd-19S Plus derxistin, îcar ew bera dinayê dan.

Bi ya min ji dêlî çêkirina dermanan, dibê li hemberî çîniyan çareyek were dîtin, mêrikan rehet nasekinin, çare ji Coronayekê ra were dîtin, ewê yeka din çê kin û berra dinyayê bidin.

 

XXX

Sala 2020 ji tevayiya dinyayê ra bû sala qotikê, epîdemiya Coronayê însan di malên wan da kirin girtî.

Hêvî dikim sala 2021ê bibe sala azadiyê, sala însan ji hefsên xwe azad bibin û wek berê dîsa kanibin bi azadî bigerin, li hev kom bibin.

 

 XXX

Endamê heyeta îdareya Huda-Parê Emîn Guneş gotiye ”Qasim Sulêmanî sedîsed şehîd e.”

Rast e, ji bo neyarên kurd û Kurdistanê Qasim Suleymanîyê qatilê kurdan ”şehîd” e.

Kî bi çavê ”şehîd” li qatilekî wek Qasim Sulêmaniyê neyarê kurd û Kurdistanê binêre, ji bo kuştina wî xemgîn bibe, sedîsed ew neyarê miletê kurd û Kurdistanê ye.

Kurdê ne neyarê kurd û Kurdistanê be ji Qasim Sulêmaniyê serokê qatilên kurdan ra nabêje ”şehîd” û ji bo wî xemgîn nabe, ji bo kuştina wî neyartiya Amerîkayê nake.

Dewleta Qasim Suleymanî her roj kurdan dikuje, îdam dike, civînên partiyên kurdî bombebaran dikin, bi dehan kurd kuştin.

Emîn Guneş û partiya wî ji bo kurdên Îranê qetil kirin nabêjin ”şehîd”, ji bo wan xemgîn nabin, ji bo wan Îranê protesto nakin.

Lê ji bo Qasim Suleymaniyê qatil xemgîn dibe û dibêje ewê here şîna wî…

Serok û berpirsiyarên Huda-Parê carnan dibêjin ew ji bo kurd û Kurdistanê dixebitin, lê vir e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE