02 januari 2021

Li ser îdîayeke Prof. Dr. Nesîm Doru

Wê rojê di YouTube da min li sohbeteke Prof. Dr. Nesîm Doru temaşe kir.
Prof. Dr. Nesim Doru, di sohbeta xwe ya bi Vahdetîn Înce ra got, cara pêşî Ehmedê Xanî şiîrên xwe nivîsîne, şairên berî wî şiîrên xwe nenivîsîne, gişan bi devkî gotine. 
Elîyê Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyra jî di nav da, gişan şiîrên xwe bi devkî gotine û xelkê ji ber kiriye. 

Berî Ehmedê Xanî tu kesî ne şiîr û ne jî nesir nenivîsîye, gişan bi devkî gotine, ev cara pêşî ye ez dibihîzim.


Dîsa li gorî Prof. Dr. Nesîm Doru, ji ber wê jî yên berî Ehmedê Xanî giş "mele" û feqe" ne, lê Ehmedê Xanî "seyda" ye, çimkî wî nivîsîye.
Wahdetîn Înce bi pey vê îdîa Prof. Dr. Nesîm Doru neket, jê tu delîl û îspat nexwest. Bi ya min dibê bixwesta. Çimkî îdîayeke pir mezin e.
Bi baweriya min dibê Prof. Dir. Nesîm Doru xoce vê meselê hinekî zelal û îzah bike.
Delîl û îspata wî ya vê yekê çi ye, ew çawa zane tu şairekî kurd berî Ehmedê Xanî şiîrên xwe nenivîsîne, tenê bi devkî gotine?
Program di malpera Vahdetîn Înce ya twîtterê da heye. Yê bixwaze kane lê temaşe bike, ya jî vê yekê ji Prof. Dr. Nesîm Doru bipirse.
Ev îdîeyê Prof. Dr. Nesîm Doru him neket serê min û him jî ez matmayî hîştim.
Çimkî bi qasî em zanin Elîyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyra feqîtî kirine û mele bûne.
Ev jî tê wê maneyê kanîbûn bixwînin û binivîsînin, yanî yek jî ne analfabet(nexwenda) bûye, hemû jî xwenda bûne.
De îcar yê xwenda be çima ewê şiîrên xwe nenivîse, bi devkî bibêje?
Heger nexwenda bûna, yanî nizanîbûna bixwînin û binivîsin, îdîa Prof. Dri. Nesîm Dorû rast e, lê kesên xwenda çima ewê şiîrên xwe nenivîsin û tenê bi devkî bibêjin qet nakeve serê min…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE