03 januari 2021

Apê hes

Xortê gundî nuh zewicî bû, hîn zavayê şeva duduyan bû. Apê Hes çû bû mîvanê wî. Heta derengê şevê rûniştin, şev zîz bû, apê Hes ranebû. Mesele li ser meselê digot.
Xort bala xwe dayê apê Hes cî li xwe germ kiriye û çûyin qet nayê bîrê. Xort got:

- Apê Hes, heger tu yekî dewletî bûya, ma te yê çi bikira?

- Wele min yek nedikir dudu, ezê biçûyama Hecê.

Xort got:

- Mala te ji vir sed gav tuneye, ji êvar da ye tu di xwe ra nabînî herî mala xwe, îcar tu yê çawa kanibî herî Hecê?

Henek

Mêrikê berferatî çend roj bûn bêşansiyê pê girtibû, masî nedigirt, di ber xwe da got:

-Ya Rebî, ku îro nêçîra min baş biçe, soz, ezê masiyê pêşî xêra te bidim feqîrekî.

Wiha got û şewka(nîka) xwe avêt çem. Bîstek di ser ra çû şewka wî giran bû, kişand. Bala xwe dayê bavo, çi bibîne, masiyakî tu dibêjî ecêb girtiye. Di cî da nêta xwe xera kir, got:

-Ma ev masiyê mezin meriv dide feqîran?

Hîn ew wiha difikirî, masî xwe perpitand, ji nîkê xelas bû û ket çem. Masîvanê me bû axe waxa wî, bû pile pila wî, got:

-Ya Rebî, wele tu jî qet ji heneka fahm nakî lo!..

 

Sonda xwe bi cîh anî

Yekî ereb lokê xwe-deveyê nêr-wenda kiribû. Dera lê negerîyabû nemabû, lê lokê tu dibê ecêb, beta bûbû.

Lokê wî bi kêmanî hezar quriş dikir. Ji xwe ra sond xwar, got:

-Heger ez bibînim, ezê wî bibim mazatê û bi quruşekî bifroşim.

Piştî çend rojan lokê xwe dît. Ji bo ku sonda xwe bi cî bîne, pisikeke guhkurmî girt, kir torbakî û torbe jî bi hustiyê lok ve kir û lok bir mazatê. Li mazatê, lok harac û mazat kir, got:

-Lok bi quruşekî, pisik bi 999 quruşî! Her du bi hev re bi hezar quruşî.

Cambazên mazatê lê kom bûn, di nav xwe da bû kurrepista wan, ji hev ra gotin:

-Heger ne ev bêxwediya pisika guhkurmî bûya, weleh lok pir erzan e…

 

Fêrbûna matamatîkê

Temelê laz, lawê xwe yê nuh dest bi dibistanê kiribû fêrî matamatîkê dikir. Ji bo ku matamatîka wî bi pêş xe, rojekê lawik bir ber behrê. Ji lêwik ra got:

-Tu yê ji bavê xwe ra bijmêrî, hela di nav deh deqîqeyan da çend pêl tên kevîyê bahrê.

Piştî deh deqîqeyan ji lêwik pirsî:

-Şîrînê bavê xwe, te jimart çend pêl hatin?

-Lêwik got:

-Bavo, nedihat jimartin, pêlek dihat, yek diçû. Pêlek dihat, tam min dest bi jimartinê dikir, yeka din dihat ew bi xwe ra dibir…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE