03 januari 2021

Hin kurd pir nişmî ne

Îro ez hinekî bavêjim ji nisêbîniyan da. Dara bi mêwe her kes kevirê xwe davêyê. Min got ez jî îro xîçekî bavêjim ji nisêbîniyan da, tim pesin nabe.

Dostekî minê nisêbînî do ji min ra qal kir, got du birayên nisêbînî hene, yek li Nisêbînê ye, yek jî li Stokholmê ye. Her cara piştî di telefonê da bi hev ra dipeyivin, her du jî diçin destên xwe dişon; ji bo ku Coronayê di hev negerînin.

Heta nuha min nizanîbû nisêbînî hewqasî nişmî ne. Wer xuya dike Corona bi axaftina telefonê jî xwe digihîne meriv. Lema camêran piştî her axaftinê destên xwe dişon.

Abdula Keskin:Seyda ev ne wek devavêtin e, wekî pesn e. Ez dibêm ji dilê te nayê.


Zinarê Xamo:
Nisêbînî gelkî jîr in, ji bo ku xwe nekin destiyê kêrê, nabêna xwe û dostê xwe xera nekin, rexeneyê jî dikin pesin û meth. Hûn him mekteblî ne, him jî nişmî ne, ez ji we hez dikim...

Mahabat Anter: Cîranên Nisebînî li ser axaftina telefonê ketine qirka hev. Wê çaxê tlf desta tunne bû.Yekî gotiye êdî bes ji mala min telefone bide. Roja din cîran rahiştiye telefona mala xwe û çûye bi xeta mala wî va girêdaye. Cîranê wî gotiyê, ha wilo, carê ku tu hat bi ya xwe biştexil bêminetî :)

Ez dibêjim nisêbînî jîr in hin heval qebûl nakin. Ev aqil li ba her kesî nîna...:))

Ceng: Apê Zinar te tişt di me di nehişt :) Ez bendî tiştin giran bûm.

Zinarê Xamo: Hêdî hêdî, bi carê da nabe...::))

XXX

Dibêjin xwedêgiravî heger tu bi şev şîr vexwî ewê xewa te were, heger tu qahwê vexwî ewê xew li te bigere.
Weleh min çend caran ceriband, ne xewa min hat û ne jî xew li min geriya.
Rutîna min ya herî baş e, dilê min çi dixwaze wê dixum û vedixum û serê laşê xwe naçelqînim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE