04 januari 2021

Bîranîna şairekî dilovan

 

Husên Yetkîn

Ev şiîra jêr ya Husên(Heseyin) Yetkîn e, min ji swêdî wergerand kurmancî.
Husên Yetkîn di sala 1948a da li Semsûrê hatibû dinê. Di sala 1970î da tê Swêd. Di demeke kin da swêdî fêr dibe û wek tercuman, mamostê zimanê zikmakî û pisporê xizmetên sosyal dixebite.
Husên Yetkîn welatparêzekî dilzîz e, ji edebîyatê hez dike, bi swêdî şiîran dinivîsîne.

Bi swêdî sê kitêbên şiîra li pey xwe hîştin.
1-Li bilûra min xin/ Blås min flöjt. Şiîr. APEC, 1994
2-Guherîn/Metamorfos. Şiîr. APEC, 1996
3)Kontrast. Şiîr. 2001

Min û Husên hevdu nas dikir, lê samîmîyeta me bi pêş neket. Çimkî der û dor ame cihê bû. 
Ez û birayê Husên yê mezin, Memo Yetkîn dostê hev in, lê bi Huso ra samînîyeta min pêş da neçû.

Husên Yetkîn vegeriya welêt, careke din bi paş da venegeriya Swêd, di sala 2018a li welatê xwe, li ser wê axa pir jê hez dikir çû rahmetê! Bi hurmet bibîr tînim.
Husên Yetkîn, birayê hevalê minê ezîz Memo Yetkîn e.
 

Fikrên di tarîtiyê da

Şev e
tarîyê hemû ronahî dorpêç kiriye
ez nuxteyek reş a biçûk im
di tarîya bêdawî da
ez di oda xwe da rûniştîme
mûman gişan vêdixim
sûretê xwe di cama derve ya pacê da dibînim
merivekî porreş
û cênîgên wî sipî
ji rehên xwe qut bûye
hewil dide rehên nuh berde
li welatekî îskandînawî
însan, zarokên min
mala min a zaroktiyê ya wêranbûyî
Stockholm Wendîga bakur
jinên bedew
şûle didin di serê min da
şevê şîna xwe heye
Berbangê ewê zikê xwe bîne
aram be ruhê min
tu nabî însan
di yek rojê da

Huseyîn Yetkîn
Metamorfos, Apec, 1996, rûp.33

Tankar i mörkret

Det är natt
mörkret har omringat
allt ljus
jag är en liten
svart punkt
i det oändliga mörkret
jag sitter i  mitt rum
tänder alla ljusen
ser mig själv
på utsidan av fönsterspegeln
en man med mörkbrunt hår
och vitta tinningar
bortryckt från sina rötter
försöker slå ny rot
i ett nordiskt land
människor, mina barn
mitt skövlade mitt barndumshem
Stockholm nordens Venedig
vackra kvinnor
lyser i mitt huvud

Natten har sin sorg
grynningen föder sin
stilla dig min själ
du blir inte människa
på en dag
Huseyîn Yetkîn
Metamorfos, Apec, 1996, rûp.33
 

Jina şiîrê dixwîne Kicki Oskarsson e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE