04 januari 2021

Tirk ne yên avakirinê, yên xerakirinê ne.

Heger osmaniyan û tirkan tiştên li Kurdistanê hebûn, tiştên kurdan  û xelkê ava kiribûn xera nekirana, nuha li Kurdistanê bi hezaran qesir, qonax, dêr, kela û beden hebûn.
  
Giş wêran kirin, ji kok da paqij kirin, li Kurdistanê kevir li ser kevir nehîştin. Her tiştê bîna kurdan jê tê, şopeke kurdan nîşan dide ji ortê rakirin.

Navên wan ji kitêbên tarîxî jî derxistin, navên nuh li cî warên kurdan kirin.

Ne avahî tenê, berhemên pêşiyên kurdan nivîsîbûn, kitêbxaneyên mîr, beg, şêx û pêşiyên kurdan jî hemû îmha kirin, çend hebên ji îmhayê xelas bûn jî ji  bo ku kurd nebînin, di kitêbxaneyan da bi navên sexte, manîpule veşartin.

Yanî osmanî û tirk qemekî ji medenîyetê, ji însanîyetê bêpar e, neyarên kultur, ziman û edebîyata miletên din in, her tiştê ne yê wan bûye îmha kirine.

Lema jî îro li Kurdistanê tu berhem û şopeke kurdan û miletên din nehîştine, wek kulîyên bi bax, bexçe û bi zevîyan kevin, her tişt mehû kirine, Kurdistan kirine beyar û qerac.

Nuha jî dor hatîye me, dixwazin wek milet me jî ji ortê rakin. Di vî warî da mesafeyeke mezin jî girtine.

Kurdê hîn jî hevaltiya dewletê dike, hîn jî zilamtî û xulamtiya tirkên dagirker dike ji wan xerabtir e, xayinê neyar û qewmê xwe ye.

2 kommentarer:

PARVE BIKE