05 januari 2021

Riya dîtina qusûrên xwe

 Yekî çû ji alimekî pirsî, got:

-Seyda, heger ez bixwazim bizanibim çi qusûr û kêmasiyên min hene, dibê ez çi bikim, ezê çawa fêr bibim?
Alim got:
-Ma tu zewicî ye?
Mêrik got:
-Belê seyda, ez zewicî me.


Wê demê karê te pir rehet e. Tenê kêmasiyeke xanima xwe jê ra bibêje bes e. Ewê ji te ra kêmasiyên diya te, yên bavê te, yên birayên te, yên xwişkên te, heta ne ew tenê jî, ewê kêmasiyên hevsed û heft bavên te ji te ra li dû hev rêz bike, tu yê  him kêmasîyên xwe û him jî yên sulaleya, bi hev ra fêr bibî…

XXX

Însan pir çûn ser Coronayê, welatê êrîş nekirê nema. Alim û hekîm û pisporên dinyayê gişan qela xwe kirin yek û bi her hawî xar kirinê, xwestin Corona feqîr ji ortê rakin.

Hema kî be jî ewê xwe biparêze. Însanan bi êrîşên xwe tew Corona bêtir azirandin. Nuha dibêjin Coronayê xwe kamufle kiriye, ketiye hin qalibên din.

De were hel bike, de were vî kerî ji vî buhurî derbas bike !

Dema meriv darikekî di qulika mozan ra ke, bêguman moz ewê xwe biparêzin, ewê biazirin û bi meriv vedin.

Însanan Corona zêde azirandin û ji xwera xerabtir kirin. Hîn zora ya berê nebrine, dibêjin hin varyantên din lê zêde bûne.


Ker çima şerabê venaxwe ?

Li mizgeftê/camiyê mele qala heramî û nebaşiya alkolê dikir. Got wek numûne:

- Gava hûn satilek av û satilek şerab bidin ber kerê, hûn dibêjin kerê kîjanê vexwe ? Helbet ewê avê vexwe... Baş e, ker çima avê vedixwe, lê şarabê venaxwe ?

Ji nav cimatê araqvexurekî cara pêşî bû çûbû mizgeftê, got:

- Ji ber kerîtiya…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE