Li gorî 40-50 sal berê jimara kesên zanin bi kurdî bixwînin û binivîsin zêde bûye, nivîskarên bi kurdî dinivîsin pir bûne, kovar û kitêbên bi kurdî pir bûne.
Lê alî din jî sed qatî vê pêşketinê kurd asîmîle bûne,
jimara kurdên, zarokên bi kurdî zanin sed qatî kêmtir bûye.
Yanî zêdebûna nivîskarên bi kurdî dinivîsin û kesên zanin bi kurdî bixwînin û binivîsin rê li ber helandina kurdan, mirina kurdî negirt û nikane bigire jî.
Tirkan di nava 90 salî da ji sedî 50-60ê kurdan helandin,
kirin tirk, yên mane jî di nav çend salan da ewê bihelînin. Çimkî kurd bixwe
dixwazin bibin tirk, naxwazin kurd bimînin.
Jimareke pir hindik dixwaze kurd
bimîne, ew jî nikane rê li ber mirina kurdî û helandina kurdan bigre.
Lawikê deştê: Cihê ku ez li wir dixebitim ji sedî heştê Kurd
in. Lê yek merivek bi Kurdî naaxive. Dema ez bi Kurdî diaxivim xwe şaşo maşo
dikin, li nav çavên min dinihêrin. Doh ne pêr min ji yekî re got, xalo hûn çima
bi zimanê xwe naaxivin? Ji min re got, tu bi nanê me dileyîzî, rewş wiha ye
mamoste.
Zinarê Xamo: Bi ya te, hûn bi hev ra kurdî bipeyivin ewê we
ji kar derxin?
Ya jî kurd bi xwe naxwazin bipeyivin.
Miletê têkeve vî halî Xwdê
jî nikane wî miletî ji tunebûnê xelas bike.
Gelek kesan ji bo vî zimanî bedelên
pir mezin dan, lê bi vî miletî ne mimkûn e ev ziman bimîne.
Ez pir bêhêvî û qudûmşikestî bûme. Miletek gava nexwaze li
dinyayê wek wek miletekî bimîne dev ji zimanê xwe berdide. Piraniya kurdan jî
dixwazin bibin laz.
Bi qîjewîj û hawara çend kesan kurdî ji mirinê xelas nabe.
Dibê wek milet meriv li zimanê xwe xwedî derkeve.Ev nebe çû.
Lawikê Deştê: Na nikarin me ji kar derxin bi xwe naxwazin
biaxivin mamoste lê ji bo ku ez bangeşiya(propoganda) Kurdî dikim qet ji min
hez nakin heta qaşo ew ên ku Kurd in ew ji tirkan zeftir ji min aciz in dibêjin
tu ciwanên me ji rê derdixî.
Zinarê Xamo: Felaket e, tirsa dilê min, qudûmşikestina min
di cî da ye. Emê bibin tirk. Ji xwe kurdan nexwesta tu carî nediketin vî halî,
wan xwestin. Serokên kurdan, siyasetmedarên kurdan, partiyên kurdan xwestin
kurdî bimre û kurd bibin tirk. Netîce miradê wan bû, kurdî ketiye ber sikratê.
Lawikê Deştê: Niha mirovên xwende ji yên nezan zeftir li
çand û zimanê xwe xwedî derdikevin. Dema ez wan wisa dibînim ez dîn û har dibim, nizanin bi tirkî biaxivin û zimanê xwe naaxivin. Ka em çi bikin partîyekî ku li
ser girîngiya ziman bisekine tune, yek ji yekî xirabtir e, heşa ji te û civatê
em di nav garên de tên û diçin li golika xwe siwar dibin bi dijmin nikarin li
hevdu zorî û zecrî dikin.
Zinarê Xamo: Mixabin, nuha tu alternatîf xuya neke. Dibê hin
kesên ra ji dil nasyomalîst, radîkal û biaqil rabin û milet ji destê van
tirkparêzan xelas bikin. Hin lîderên wek Dr. Şivan ji me ra lazin in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar