10 januari 2021

Ji bo wergereke baş dibê meriv çi bike?

Ji bo ku meriv metnekê, kitêbekê xweş wergerîne, dibê meriv li çi miqate be ?

Ji bo meriv bikanibe weregereke baş bike, bêguman dibê meriv herdu zimanan jî baş bizanibe.

Lê zanîna herdu zimanan tenê têrê nake, dibê meriv nivîskar, herdu kulturan, civatan jî nas bike. Wê demê meriv tekstê baştir fêm dike.


Mesela, ji bo ku em tirkî baş zanin, tirkan baş nas dikin, em zanin di cumleyê da çi hatiyeqestkirin. Yanî meriv zimanekî û miletekî, nivîskarekî çiqasî baş nas bike, berhema bi wî zimanî jî hewqasî baş fêm dike.

Di heqê kitêba, metna meriv werdigerîne dibê xwedî zanînb e, yanî hakimê mijara metnê, kitêbê be.

Ne ku nivîskar nas neke, çîroka mijarê nizanibe, hema kitêbê bigre dest xwe û wergerîne.

Helbet meriv kane wer jî wergerîne, yên wer dikin jî hene. Lê ewê nabe weregereke serketî, dibe kopya.

Di wegerê da dibê meriv ne gotinan, tiştê hatiye qestkirin, hest û îroniyên di gotinan da jî bibîne.

Tiştê meriv werdigerîne dibê meriv ji carekê zêdetir bixwîne.

Xwendina wergerên xwe yên berê jî gelkî muhîm e.

Ji bo ku meriv kêmasî û şaşiyên xwe bibîne, meriv wergerên xwe yên berê bixwîne baş e.

 XXX

Di nav 24 welatên Ewrûpayê da Tirkiye welatê herî bêtir bêedaletiya qezencê lê heye. Ev jî tê maneya Tirkiye welatê herî pir hejar û feqîr lê hene.

Bi baweriyamin şerm û neheqîye meriv Tirkiyê bi welatên Ewrûpayê ra miqayese bike. Di warê coxrafî da Tirkiye li ku be jî, ne welatekî Ewrûpayê ye, Tirkiye welatekî Asya yê paşdamayî, belengaz û ji medenîyet û demokrasiyê ji bin da bêpar e.

Tirkiye çawa kane bi welatên Ewrûpayê ra were miqayesekirin ?

 XXX

Li Tirkiyê merivên bêar bûne hukimdar. Gava bêar dibin serdest û hukimdar, gelkî zalim dibin. Ji bo ku bêar in, bêrû ne, bêheya ne her derewê, her bêbextiyê dikin û nahêlin kesên rastgo, kesên bi heq devên xwe vekin.

Em kurd bi heq in, lema jî em rastgo ne, em ne motajî tu derewê ne.

Em dibêjin em kurd in, welatê me Kurdistan e, we welatê me dagir kiriye. Hûn li ser me neheq in. Em azadî û serxwebûna xwe dixwazin.

Tiştê em dibêjin giş rast e, tiştê ew ji bo me dibêjin, nav û nîçokên bi me dikin giş bêbextî û derew in.

 XXX

Maskeyên bi dizî, yên xuya nedikirin ne bes bû, nuha jî maskeya Coronayê lê zêde bû. Êdî însan bûne bi du maskan, naskirin gelkî zortir bûye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE