11 januari 2021

Ez qebûl nakim

Yekî gundî  li bin darekê nimêja xwe dikir. Piştî nimêja xwe diqedîne, selawatê tîne û dibêje:

- Ya Rebî tu qebûl bike!

Wê gavê jî yek li ser darê bûye, haya yê gundî jê tunebû. Yê li ser darê ji heramî dibêje:

- Ez qebûl nakim.

Mêrik dibêje qey min nimêja xwe çewt kiriye, radibe nimêja xwe ji serî da dike. Û dawiyê dîsa dibêje:

- Ya Rebî tu qebûl bike!

Yê li ser darê dîsa dibêje:

- Ez qebûl nakim!

Mêrik dibêje qey desmêja wî şikyaye haya wî jê tuneye,  diçe ber bestê desmêja xwe teze dike û cardin nimêja xwe ji serî da dike. Piştî ku nimêja xwe diqedîne, dîsa wek hercar dibêje:

- Ya Rebî tu qebûl bike!

Yê li li ser darê jî dîsa ji heramî dibêje:

- Ez qebûl nakim.

Mêrik dibêje dibe ku ez cenabet bim, diçe dikeve avê, xwe paqij dişo û tê cardin ji serî da dest bi nimêja xwe dike.

Piştî ku nimêja xwe diqedîne, dîsa destê xwe li ber Xwedê vedigere, dibêje:

- Ya Rebî tu qebûl bike!

Yê li ser darê wek hercar, dîsa dibêje:

- Ez qebûl nakim.

Li ser vê, yê gundî hêrs dibe, dibêje:

- Law tu qebûl nakî hema meke, ji kîrê lawê min ve. Te qebûl nekiriye qey xema mmin e…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE