11 januari 2021

Cîlweyên dinyayê



Cîlweyên dinyayê pir in. Carnan kesên ne layiq jî dibin tişt, dibin xwedî kursî û meqam.

Donald Trump ne layiqî wî meqamî bû, ne merivekî layiqî bibe serokê Amerîkayê, lê bi tesadufî bû.

Lê ji bo ku ne layiqê wê kursiyê bû, dûra bi xwe da rî, îspat kir ku ew merivekî dîn e, narsîst e.
Gelek kesan destpêkê zanîbûn ew ne merivekî layiqî wê kursiyê ye, lê gelekan jî pir dereng fêm kirin.
Lê ya baş ew nav jê ra nema, ji ber ku ne tu meriv bû wî bi xwe, xwe rezîl kir, îspar kir ew merivekî berradayî û nexweş e û pir jî merivekî pir talûkeye.

Nuha ewê ewê wî nav û dengê wî, wê şan û şerefa wî jê bistînin û wek merivekî dîn, narsîst derbasî tarîxê bikin. Belkî jî têxin hefsê. Bi baweriya min dibê ew bêceza xelas nebe, wî mala kurdan şewitand, wî xwe û kurd firotin Erdogan.

Senatoya Amerîka îro li ser cezakirina Trump ewê bipeyive, partiy geleka Demokrat û ji partiya Cumhûrîyetçiyan jî  gelek kes dixwazin wî bixînin û mahkime bikin. Hêvî dikim Senato bikanibe ji bo vê yekl biryarê bigre.

Bi derengî be jî hinê caran kesên nelayiq cezayên xwe dikşînin.
Bi hêviya nelayiq û dîktatorên wek Trump giş bela xwe bibînin, tiştê hat serê Trump were serê wan jî.
Kî zane, belkî bibe, belkî eynî aqûbet were serê dîktatorê Tirkiyê jî. Ma kê bawer dikir ev yek ewê were serê Trump?


XXX
Hûn bi qedrê Xwedê dikin, dilê kê diblje misilmanan, welatên wan, kultur û jiyana wan, demokrasiya wan, azadî û wekheviya li welatên wan heye û dixwaze wek wan be, wek wan bijî?

Heger misilman numûne û emsalên baş bûna bi milyonan însan ji welatên misilman nedireviyan welatên Ewrûpa, Amerîka û nav xiristîyanan.

Lê dîndar û alimên misilman hîn jî pesnê xwe didin û neyartiya welat û miletên xiritîyan dikin.

Em perîşanên dinyayê ne, lê dîsa jî em biaqil nabin…

 

XXX

Wezîra Parastinê yê Fransayê Florence Parly, ji medyaya fransî ra gotiye, DAIŞ bi temamî neqedîyaye, li Sûriyê û li Iraqê xwe ji nû ve organîze dike. Yanî hêza Daîşê li van

herdu welatan hîn heye.

Ev ewrûpî ji tirsa dilê xwe xwe giş bûne pêkenok.

Yaho, çi Daîş, Daîşa we ye, Daîş tirk in, Tirkiye ye û ew jî ne veşartî ye, li Sûriyê, li Îraqê bi dehhezaran çekdarên Tirkiyê hene.

Hûn çima rast napeyivin?

Tirkan mêrikan tu carî xwe veneşartine, bajar û ciyên dagir kirine kampên wan ber çavên we ne.

Her roj kurdan direvînin, tecawiz dikin û dikujin. Hûn gişî dibînin, lê newêrin dengê xwe bikin.

Daîşeke derî Tirkiyê tuneye, Tirkiye Daîş e, hûn newêrin vê rastiyê bibêjin, Daîşeke bi derewan çê dikin…

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE