14 november 2020

Tirkiye wek tajî tim li pey me ye

 

xe

Tirkan ne li Kurdistanê tenê, li tu dera cîhanê nehîştine kurd rehet bikin. Ji bo ku li dinyayê kurd nemînin Tirkiye wek dewlet tim li pey me kurdan bûye. Em bûne xezal, tirk jî bûne tajî, tim û daîm li pey me ne.

Stalîn di sala 1937a da bi zexta tirkan, bi dehhezaran kurd ji Azerbêcanê, Êrmenîstanê û Gurcîstanê surgûnî welatên Asya Navîn, Qazaxîstanê, Qirgizîstanê, Ozbekîstanê kirin. 


Bi hezaran kurd bi darê zorê ji malên wan rakirin, li tirênên bar û heywîn siwar kirin û birirn li çolên Asyaya Navîn berdan, terkî mirinê kirin.


Sûcê wan kurdbûna wan bû, ji bo kurd bûn tirkan ji Sovyetê xwest wan ji welatên nêzî Kurdistanê bi dûr xin. Stalîn jî bi hin hincetên bêbingeh kurdên bêkes sirgûnî çolên Asyaya Navîn kirin.
Em bûne xezal, tirk jî wek tajî tim li dû me ne..
Lê piştî hilweşîna sîstema Sovyetê kurd careke din perşîn bûn, careke din mecbûrî revê û koçberiyê bûn. Hinekan koçî Ewrûpayê kirin, hinekan jî koçî Rûsyayê kirin.

Malbateke ji kurdên Qirgizîstanê

Risim ji malpera Bîtlîs Nameyê

 

XXX

Gava însanek nebêje ez kurd im, li kurdayetiya xwe xwedî dernekeve, di ser da bibêje ez tirk im, dibê meriv êdî nebêje ew kes kurd e.

Dê û bav kurd bin jî ew tirk e, çimkî xwe tirk qebûl dike. Meriv xwe mensûbê kîjan miletî bibîne ji wî miletîye, xwîn, kok têrê nake.

Herî zêde meriv kane bibêje bi eslê xwe kurd e, lê bûye tirk, êdî ne kurd e.

Bi sedhezaran kurd bûne tirk, him jî bûne tirkên ji faşîstên tirkan jî bêtir neyarên kurdan.

 

XXX

Hollanda dixwaze Yekîtiya Ewrûpayê ambargoya sîlehan deyne ser Tirkiyê. Her çar partiyên koalîsyonê bi beyaneke mişterek gotine ”serokkomarê Tirkiyê Erdogan Tirkiye kiriye welatekî heydût.”

Wey roj baş !

Ma hûn nuh fêr dibin Tirkiye welatekî heydût e?

Ji zûda ye Tirkiye bûye welatekî heydût û bi xerac û xûgiya ji Yekîtiya Ewrûpayê digre şerê xwe yê li hemberî kurdan û li gelek welatan didomîne.

Yekîtiya Ewrûpayê çavê xwe ji heydûtîya Tirkiyê ra digre û heta fînase dike.

Ambargoya sîlehan tenê têrê nake, dibê ambargoya ekonomîk û dîplomatîk jî deynin ser vê dewleta heydût.

Heta Yekîtiya Ewrûpayê û NATO viya neke, Tirkiye dev ji rêbiriyê bernade.

Bi sedhezaran terorîst û çeteyên îslamî di bin destê Tirkiyê da ne. Ji bo fînansekirina van çeteyan heydûdî şert e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE