15 november 2020

Li ser minaqaşeyên tirkî-kurdî

 Ev çandake minaqaşeyên li ser kurdî geş bûne. Hin dost û hevalên bi kurdî nizanin, ya jî kêm zanin, ya jî zanin lê belê destê wan ji tirkî nabin, gazinan ji kesên li dijî tirkî ne dikin, dibêjin israra ji bo kurdî ne rast e, axaftin û nivîsîna bi tirkî rast e, ne şaş e. Wek siyasetmedar meriv kane siyasetê bi tirkî bike û ev jî ne şaş e, rast e.
Hinek jî li dijî vê dîtinê ne. Ez yek ji wan kesa me, him jî li gor hinekan yekî pir "ekstirem" im.

Saît Aydogmuş li ser vê meselê pirsek kiriye, gotiye:
”Gelo ziman ewê siyaseta me, ya jî siyaset ewê zimanê me xelas bike?

Pirseke pir ne zelal e, baş jê nayê fêm kirin. Lê qest, gelo kurdî muhîm e, ya jî siyaset muhîm e?


Tiştê ez tim dibêjim, ezê careke din dubare bikim.

Bi  baweriya min, siyaseta ne bi kurdî û ne ji bo kurdî be şaş e, bi zirar e, tunebe baştir e.

Yanî kesên îro di kurdan da bi tirkî siyasetê dikin, bi tirkî dinivîsin, bi tirkî weşanan dikin, zirarê didin kurdan, asîmîlasyonê bi pêş dixin.

Hin kesên destê wan ji tirkî nabin, ya jî bi kurdî nizanin, daxwaza siyaseta bi kurdî şaş dibînin, dibêjin ne şert e em kurdî fêr bibin, bi kurdî siyasetê bikin. Em kanin bi tirkî bijîn û micadelê bidin, dema Kurdistan çê bû emê vegerin ser kurdî.

 Yên wiha dibêjin, miletên Afrîqa Bakur, Fasê, Tunisê û Cezaîrê wek numûne nîşan didin.

Ev numûneyeke pir şaş e, qedandina miletê kurda e.
  
Rewşa kurdan ne wek ya welatên Afrîqa, Fas, Tunus û Cezaîrê ye.

Dînê me jî, rengê me jî bi tirkan ra yek e, coxrafiya me û tirkan yek e, di nabêna me û tirkan da derya tuneye, em û tirk di nava hev da ne, bi milyonan tirk li Kurdistanê hatine bicîkirin.

Tiştê me û tirkan û miletên din ji hev cihê dike zimanê me ye, kurdî ye, kultur, folklor û muzîka kurdî ye.

Dema kurd bi tevayî asîmîle bibin, zimanê me bibe tirkî êdî em tirk in. Kurdistan bi zimanê kurdî heye û bi kurdî çê dibe.

Gava zimanê me tirkî be, êdî em ne kurd in, em tirk in, kultur û muzîka me ne kurdî ye, tirkî ye.
  
Pir pir emê bibêjin koka me kurd e.

Çawa ku nuha bi milyonan kurd bûne tirk, azerî, faris û ereb, emê jî wek wan bibêjin eslê me kurd e, lê em bûne tirk.

Yanî dema em asîmîle bibin em dibin tirk û mesela me diqede, em bibêjin eslê me kurd e jî tu zirarê nade tirkan.

Bi milyonan rûm, laz, kurd, çeçen, boşnak, sirb, bûlgar, faris, ereb bûne tirk, hema heta ji wan tê bira bibêjin koka me nizanim çi ye.

Qet ferq nake, ew tirk in.

Miletek bi zimanê xwe, bi folglor, muzîk û kultura xwe heye û ji miletên din cihê ye.

Dema em asîmîle bibin, emê jî bibin çeçen, boşnak, rûm û laz û kurdên berê bûne tirk û azerî.

Miletê kurd bi zimanê xwe, bi zargotina xwe, bi muzîka xwe, bi kultura xwe ji tirkan cihêye û ek miletekî serbixwe di nav miletên dinyayê da heye.

Gava em asîmîle bibin, zimanê bibe tirkî, êdî em tirk in, jib o meriv viya bizanibe ne şert e meriv alim û munecîm be.

Bi dehan bajarên Kurdistanê li ber cava ye, bajarên sed sal berê, 70-80 sal berê sedî 99, sedîsed kurd bûn, nuha sedîsed bûne bajarên tirk. Bi asîmîlasyonê ra nişteciyên wan bajaran jî bûn tirk, dibêjin em tirk in.

Tiştê me ji tirkan cihê dike tenê zimanê me ye, edebîyat, folklor, muzîk, kultura me ye. Gava ziman nemîne, em bibêjin em kurd in çi qîmeta wê heye?

Kurdistan bi kurdî mimkûn e, bi kurdî çê dibe, bi kurdî Kurdistan e.

Gava kurdî bimre, kurd jî wek milet dimrin, dibin tirk û Kurdistan jî dimre, dibe Tirkiye.

Kurd bi kurdî hene û Kurdistan jî bi kurdî çê dibe.

Gelê Erzîncanê bibêje em kurd in çi ferq dike? Kurdê bi kurdî nizane, nikanibe bi kurdî tiştekî bixuliqîne, bibêje ez kurd im çi girîngiya wê ye?

Di dawiyê da ez dixwazim viya jî bibêjim. Ji salên 1980î virdaye ez van tiştan dibêjim û li dijî siyaseta bi tirkî me, dibêjim gerek em her karê xwe bi kurdî bikin, ji bo wê bixebitin.

 Lê belê ev rexneyên min ne şexsî ne, ez nabêjim kesên bi kurdî nizanin, bi tirkî siyasetê dikin, bi tirkî dinivîsin merivên xerab in, ne kurdperwer in. Ziman, meriv baş û xerab nake. Lê wek hacet û wasita kane şaş be, kane bi zirar be.

Yanî rexneay min ne li şexsan, li karê wan e, ez dibêjim siyaseta bi tirkkî, karên bi tirkî şaş e û bi zirar e.

Ev nayê wê maneyê her kesê bi tirkî siyasetê dike, dinivîse xerab e, dibê kes wiha fêm neke. Merivên pir baş, pir hêja jî kanin karên şaş bikin. Ez di wê dibêjim, fikrê min ew e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE