15 november 2020

Tirkan destûr nedan Mîke Pompeo here Stenbolê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo do ji Fransayê dest bi gera xwe ya heta 23ê mehê ewê dom bike kir.

Pompeo heta 23ê mehê ewê serdana 7 welatan bike. Ew 7 welat jî Fransa, Tirkiye, Gurcistan, Îsraîl, Yekîtiya Emîratên Erebî, Qeter û Erebîstana Suûdî ye.

Pompeo gerek ji Fransayê biçûya Stenbolê û bi Patrîkê Rûm Bartholomeos ra hevdîtinek bikira.

Lê di programa Pompeo da ne bi Erdogan ra, ne jî bi Çavuşoglu ra hevdîtin tunebû. Yanî ewê tu berpirsiyarekî tirm nedîta.

Ji bo tirkan ev skandaleke pir mezin e. Maneya xwe, Pompeo naxwaze mesûlekî tirk bibîne, ev yek şêleke siyasî ye. Tirk bi şêla Amerîka pir aciz bûn.

Çimkî Pompeo li her şeş welatên din ewê bi serokwezîr, serokkomar û berpirsiyarên her welatî ra rûne, tenê hevdîtina bi bepirsiyarên Tirkiyê ra di programa wî da tuneye.

Wer xuya dike vê şêla Amerîkayê Erdogan pir aciz kir, lema jî do destûr neda Pompeo here Stenbolê patrîk bibîne.

Dibêjin belkî roja sêşemiyê here. Diyar e bazarê dikin. Tirk dixwazin Pompeo here Anqerê jî. Hêvî dikim Amerîka tawîzê nede.

 

XXX

Vîrusa Korona bêxwedî di nava van 9-10 mehan da gelek merivên baş, gelek nas, dost û hevalên hêjê ji nava me birin.

Lê Korona di nav ra carnan jî dest dixe qirika hin merivên pîs, hin cahş û xayinên me jî. Îro li Tirkiyê yekî ji van xayinan teslîmî Koronayê bûye.

Helbet cahş û xayinên wek wî pir in, lê yek kêm bibe jî baş e. Ma tim ewê baş herin, bira carê jî xayinek kêm bibe...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE