16 november 2020

Em dikin bifetisin

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di gerra xwe ya Rihayê da Emîne xanim jî bi xwe ra biribû. Emîne xanimê xwest hinekî li bajêr bigere. Çend pûlîs û çend ruhayiyên ji partiyê bi dorê ketin û berê xwe dan nava bajêr.

Piştî bîstek gerr, Emîne dageriya dikanek cil û caw (manîfatûre). Çavên xwe gerand, li jorî refê perçak eciband, xwest lê mêze bike. Şagirtê dikanê çaxa top ji jor danî -topê cêw giran bû- bê hemdî ba bi ber lêwik ket. Emîne xanim pirr aciz bû, got:

-Ne fedî û ne heya, çawa tu dikanî li hemberî min vê bêedebiyê bikî? Te ev tirr bi qestî, wek protestoyê kir.

Emir da pûlîsên dora xwe, lawik girtin, birin mahkemê. Hakim ji şagirt ra got:

- Ji bo çi te li ba jina Serokkomarê Tirkiyê ”tirr” kiriye? Qesta te ya bi vê tirrê çi bû?

Lêwik got:

- Hakim beg, mêrê wê devî me girtiye, ji tirsa emî nikanin devî xwe vekin, nuha jî jina wî dixwaze qulî me bigire. Em dikin bifetisin, ez nizanim emê di ku ra bînî xwe bigrin û berdin?

 

Ker

Qadê E’la* bi cîbê diçû gund. Nêzî nav xirbe, kerek derket ser riya wan. Ker di orta riyê de sekinî û qet xwe tevnelivand. Şufêr çuqa li qornê xist jî kerê me xwe neda alî. Apê Qado bala xwe dayê ku ker wiha bi rehetî xwe ji ser riya wan nade alî. Ji cîbê xwe çindî jêr kir û berê xwe da ker. Ji pêş ve bi her du guhên ker yên şekalî girt, serê wî jî hinekî bilind kir, anî ber texma devê xwe û dûre dest pê kir, mirç û mirç, mirç û mirç eniya kerê çend caran maç kir û di ber xwe de got:

- Ez bi qurbana wî kesî bim yê ku navê te kiriye ker!

*Qadê E’layê rahmetî dêrikî ye.

 

Çima çavên xwe digre ?

Di şeva Newrozê da Berbangê biçûk ji bavê xwe pirsî, got:

-Bavo, ev mêrikê distirê çima hewaqî dîqîre û çavên xwe digre ?

Bav mizicî, got:

-Ji bo ku bi çavên serê xwe nebîne ji ber qîrîna wî em çi ezabî dikşînin.

 

Bira nerevin

Li zanîgeheke Anqerê keriyek faşîstên gurên boz riya Rustem û Siyamed dibirin, nêta faşîstan xerab e, ji bo êrîşê dora wan digrin.

Rustem ji Siyamed ra dibêje:

-Siyamed, tu wê riya han bigre, bira ev kûçikbav nerevin, bi silametî ji dest me nefilitin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE