16 november 2020

Mişterî

Kurdekî ji Qonyayê, ji qeza Qûliyê, li Swêd îltîca kiribû, li ba pûlis îfada xwe dida.

Pûlis jê pirsî:

- Senetê te çi ye?

- Ez berber im.

- Ji ber kîjan xebata xwe ya siyasî tu mecbûr ma ku welatê xwe terk bikî û werî Swêd?

- Wele tu rastiyê dixwazî ez merivekî ne siyasî me û min li welêt jî tu xebateke siyasî nekiriye.

- Wê çaxê sebebê hatina te qey aborî ye?

- Na, bi navê Xwedê li welêt halê min pirr xweş bû, debera min baş dibû.

-Ê heger sebebê hatina te ne siyasî ye û ne jî aborî ye, wê çaxê ji bo çi tu hatiyî li vir doza îltîcayê dikî?

-Çimkî mişteriyên min giş hatine vir, ji mecbûrî min jî da dû wan.

 

Karê mele

Derve sar bû, berf û tozan bû, yê feqîr çû ket hundur mizgeftê. Bala xwe dayê mele li pişt mînberê ketiye ser dilê jinekê. Feqîr matmayî ma, got:

-Wey Xwedê bela xwe bide te! Tufî li meleyên wek te! Ma meriv di mala Xwedê da jî tiştê wiha dike? Ma tu ji wê şaşika xwe jî şerm nakî?

Mele dev ji karê xwe berneda, bi helke-helk got:

-Hey zindîq, bira ev karê min biqede tu yê bibînî; serxweş û bi solan ve ketina hundur mizgeftê çi ye ezê nîşanî te bidim….

 

Kîjan teres

Pêxwasekî bajarî ji pare xwe nêzî sofî kir û şîrmaqek(sîlak) bi tîn avêt ji kortika hustuyê sofî da.

Kalê sofî çaxa li pişt xwe zîvirî, yê pêxwas bi tinaz got:

- Tu çi mêze dikî, ma her tişt ne bi emrê Xwedê ye sofî?

Sofî lê vegerand, got:

- Erê, ez zanim her tişt bi emrê Xwedê ye. Bes min meraq kir bi destê kîjan teresî da kirin, ji bo wê mêze dikim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE