16 november 2020

Ma ev bêxwedî hêkên zêrîn dike?

 


Li Belçîkayê kevokek marrî ya postê li mazatê bi 1 milyon û 600 hezar euroyî hatiye firotin.

Dînê çewalek euro di kevokekê daye yekî çînî ye.

Xwedê noka dide kesê bêdiran, pera jî dide merivên totikvala.

Xelk gewî bûye, kevokek bi milyonek û şesid hezar euro ne karê aqil e, meriv çawa kane hewqas pere bide kevokek biçûk ez fêm nakim.
Ma ev bêxwedî hêkên zêrîn dike?


Min nizanîbû kevok kanin hewqqa umir bikin, li gorî malpereke swêdî ya kevokan, kevokek kedî heger baş were xwedîkirin û nexweş nekeve, kane 25 sal umir bike. Lê 15-20 salan rehet dijîn.



Riha tije kevok in, bira hemşeriyên min jî dakevin bazara dinyayê…

 

XXX

Gelek kurdên Kurdistana bakur pir bînteng û şerûd bûne. Kesên berê pir sakîn, bînfire bûn, bala min lê ye ew jî bînteng bûne, zû hêrs dibin, zû bi xelkê da diteqin.

Li welatê me rewşa siyasî, aborî ne baş e, zulmeke mezin li ser milet heye, însan nikanin bîna xwe bigrin.

Rojê çend kesan davêjin zindanê, êdî kes xwe di ewlakariyê da his nake.

Ev zulm û terora dewletê ne bes e, bêkarî, feqîrî û gelşên aborî jî xwe daye ser van zahmetiyan. Lema jî piraniya însanan bînteng in.

 

XXX

Dibêjin Koronayê beyanek belav kiriye, gotiye ez ji we ra eşkere dibêjim, belasebeb mask û berdevkan nedin ber devên xwe, ez we gişan nas dikim, edresên malên we jî li ba min in.

XXX

Hin dost û heval ji min ra dibêjin rexneyên te carnan pir giran in, ji îsota Rihayê jî tûjtir in.

Ez nizanim ez feqîrê Xwedê çi bikim?. Ma ez pesnê cahş û xayinan bidim, bibêjim cahşîtî, hevaltiya degirkeran baş e?

Şelaf pir in, ew têra xwe şelafiyê dikin...

 


 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE