17 november 2020

Ewrûpiyan êdî baş fêm kirine tirk henekê xwe bi wan dikin

 


Tirk ji berê û ber da ye ewrûpiyan neyarên xwe dibînin û di mesela ewê xwe biguherin, bibin ewrûpî, demokrasîyê qebûl bikin, bi ewrûpiyan dikenin.
Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê di rapora xwe da gelek rexneyên giran li Tirkiye girtiye, gotiye Tirkiye ji Yekîtiya Ewrûpayê dûr dikeve, Erdogan dijminatiya Yekîtiya Ewrûpayê dike, Tirkiyê em hêvîşikestî kirine, filan bîvan.

Kenê meriv tê, rexneyên Yekîtiya Ewrûpayê li ba Erdogan û tirkan ne bi serê pîvazekêye jî, Erdogan bi van rapor maporan dikene, zane Yekîtiya Ewrûpa nikane tu jahrê belav bike. Lema jî tu qîmetê nade rapor û rexneyên Yekîtiya Ewrûpayê yê.

Tirk, 100 sal e ewrûpiyan dixapînin, him henekên xwe bi wan dikin û him jî wan wek manga doşane didoşin.


Ewrûpî ev sed sal in wer bawer dikirin ku tirk ewê xwe biguherin û derbasî demokrasîyê bibin. Piştî sed salî hîn nuh fêm dikin tirkan heta nuha henekê xwe bi wan kirine, tirk xwe naguherin, demokrasiyê, medenîyetê qebûl nakin û heta sed salên din jî ewê qebûl nekin. Û ne ev tenê, tirk li dijî demokarasiya Ewrûpayê, kultur û nerxên ewrûpiyan in, heta ewrûppyan wek neyarên xwe dibînin.
Ewrûpiyan ev yek êdî baş fêm kirine lê dîsa jî newêrin Tirkiyê ceza bikin.

Wezîrê Amerîka yê karên derve Mike Pompeo do bi şeva çû Stenbolê. Pompeo vêsê li Stenbolê çû dêra Fener Rûm Ortodoks û ji alî  patrîk Bartholomeos ve hat pêşwazîkirin.

Heta niha hîn ne diyar e ewê berpirsiyarekî Tirkiyê bibîne ya nebîne. Lê bi qasî xuya dike, li gorî medya dininvîse ewê kesî nebîne, here Gurcîstanê.

Pompeo li Fransayê Tirkiyê û siyaseta Erdogan rexne kiribû û di heqê Erdogan tiştên gelkî ne xweş gotibû. Yanî nabêna Amerîka û Erdogan jî ne xweş xuya dike. Hêvî dikim Pompeo neçe Anqerê, Erdogan ya jî Çavuşoglu nebîne. Medyaya tirk wer dibêje…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE