Misilman nasyonalîst in, di rojên teng da, di felaketan da alîkariya hev dikin, diçin hawara hev.
Tenê
alîkariya me kurdan nakin. Çi zulm li me bibe, çi felaket were serê me, welatên misilman, misilmanên
dinyayê tu carî destê alîkariyê dirêjî me nakin, tu carî nayên hawara me. Lê bi misilmanên di ra madî, manewî alîkariyê dikin.
Gava yek li dînê misilmanan, li Qurana wan, li Pêxemberê wan heqaretê dike ya jî peyveke ne xweş, ne li rê dibêje, karîkatorekî ne li gorî dilê wan çê dike, misilman li her derê serî hildidin, wî kesî, wê dezgehê, wî dewletî şermezar dikin.
Gava welatekî xiristiyan li welatekî, li miletekî misilman neheqiyê bike, bi milyonan misilman li dijî wê dewletê radibin, wê dewletê protesto dikin û destegê didin welat û miletê misilman. Mesela filistînî, misilman giş dost û piştgirê wan in û li dijî îsraîl in.Bi boşnaqan ra, bi mislimanên Bûrmayê ra, li Qerebaxê bi azerîyan ra jî eynî alîkarî kirin.
Yanî bêyî kurdan li ku dera dinyayê zulm li misimanan bibe, milet û dewletên misilman li gorî îmkanên xwe pê ra alîkariyê dikin, ji bo wan mitînga çê dikin, li ser dinivîsin.
Çimkî misilman xwe birayên hev ên dînî dibînin, dibêjin em mêrikên misilman giş birayên hev in.
Lê belê tu welatekî misilman, tu miletekî misilman alîkariya kurdan nake, piştgiryê nade kurdan. Kî çi bîne serê kurdan jî miletên misilman li dij dernakevin.
Çimkî misilman ji kurdan hez nakin, kurdan neyarên xwe dibînin, kurdan ji xwe nahesibînin.
Heger ne wisa bûya wek filistînîyan, wek boşnaqan, wek arakanan ewê piştgirî bidana kurdan jî.
Kî çi zulmê li kurdan bike, kî kurdan qir bike, kî welatê kurdan wêran bike, kî bi milyonan kurdî bi çolan xe, kî bi hezaran keç û jinên kurd bi darê zorê ji xwe bikin kole jî, misilman li ser kurdan naxeyidin, naçin hawara wan.
Lê ya xerabtir, ne ku misilman naçin hawara kurdan, di ser da misilmanên ji her welatî, ji her miletî neyartiya kurdan jî dikin, piştgiriyê didin dagirkerên kurdan, dewletên zulmê li kurdan dikin, mafên wan nadin.
Gava kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe bi dijminên xwe ra dikevin şer, misilmanên dinyayê giş li kurdan dicivin, şerê kurdan dikin. Li Sûriyê û Îraqê ji uygurên Çînê bigre, heta bi misilmanên Afrîkayê, Asyayê, Balkanan û Kafkasan gişan xwe dan ser hev û bi hev ra şerê kirin .
Misilmanên ji her welatî bi Daîşê û Tirkiyê ra bûn yek û wek zebaniyan, wek pîrebokan girtin ser kurdan, Kurdistan talan kirin, bi hezaran kurd kuştin, serên wan jê kirin.
Ev zebanî û celad ne tenê ereb û tirk bûn, ji her welatê misilman qatil û celad ji bo kuştina kurdan hatibûn Kurdistanê.
Çimkî misilmanên dinyaê kurdan ji xwe nabînin, misilman nahesibînin, kurdan ”kafir” dibînin.
Yên kurdan kafir nebînin jî neyarên xwe dibînin, lema jî li Sûriyê û li Îraqê şerê kurdan kirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar