18 november 2020

Bersîva xortekî xwenezan

 Di twîtterê da di nabêna min û xortekî bi navê "Pîro" da minaqaşeyek çê bû. Ji bo ku bersîva min dirêj e ez li vir diweşîenim...

Pîro, ya ji bo ku tu rastiyê, heqiyê bincil bikî, ya jî ji ber ku tiştê hatiye gotin tu fêm nakî, te demagojiyeke mezin kiriye, tiştên têkiliya wan bi mijara me tuneye, te li dû hev rêz kirine. Sebebê minaqaşeya me çi ye, ezê ji wir dest pê bikim.
Min di twîtteke xwe da gotibû:


” Misilman nasyonalîst in, di rojên teng da alîkariya hev dikin, diçin hawara hev. Lê belê alîkariya kurdan nakin, piştgiryê nadin kurdan. Çimkî misilman kurdan neyarên xwe dibînin, kurdan ji xwe nahesibînin. Heger ne wisa bûya ewê wek filistînîyan piştgirî bidana kurdan jî.”
Te xwe ji vê twîtta min aciz kir, got:

”Ev derew e, ya pêşî hêzeke Îslamî li holê nîne ku li gor Îslamê tevdigere ya duya jî kesên Îslamî ji bo dewlet û komê xwe bikartînin heye û ya sêya niha di Rojava û Başûr de yên arîkarî Kurdan dikin Siûdî, Misir û Îmarat e lê ew jî ne bi sebebp Îslamî ye û ew jî ji ber.”

Di vê twîta xwe da min li ser dînê îslamê û li ser îslamiyên kurd tiştek negotiye, min îslam rexne nekiriye, min ji kurdên îslamî r atiştek negotiye, min welatên misilman rexne kiriye, gotiye wek filistîniyan kes alîkariya me nake.

Ne ku li ser îslamê û kurdên îslamî fikrê min tuneye, di vê twîttê da min qala wan nekiriye, twîtta min li ser welatên misilman e.

Meriv ne cahil be vê rexneya min wek rexneyeke li dînê îslamê û li dîndarên kurd fêm nake. Çimkî gazina min ne ji îslamê, ne ji dîndarên kurd e, min ji welatên misilman gazin kiriye,
Ev rexneya min ya welatên misilman çima bi te zor tê, ku dera vê derew e?

Li hemberî vê twîtta min, te ji min ra got ”ev derew e”, yanî ez derewan dikim, buhtan û bêbextiyê li welatên misilman dikim.

Derew, xapandin e, sextekarîye, gava meriv bi zanetî tiştê ne rast bibêje, bêbextiyê li hinekan bike.

Nuha demagojiyê neke, bibêje, min çi derew li welatên misilman, li misilmanên dinyayê kiriye?

1-Çar dewletên misilman welatê me dagir kirine, zulmê li me dikin. Ma ev derew e?

2-Kîjan welatê misilman alîkariya me dike, tiştê ji filistîniyan ra dixwaze, ji me ra jî dixwaze, dibêje azadî û serxwebûn mafê kurda ye, gerek kurd jî dewleta xwe ava bikin?

3-Tu dibêjî welatên misilman yek jî li gorî îslamê îdare nebe. Baş e, min ew rexne kirine, min gotiye ev dewlet ne xêrxwazên me ne, tu carî alîkariya me nakin. Çima tu bi rexnekirina van dewletên ne misilman aciz dibî?
Ma ne dibê tu jî wan rexne bikî, bibêjî vana sextekar in, derewan dikin, ew ne misilman in. Ji deli tu sxtekariya misilmanan rexne bikî, tu êrîşî min dikî.

4-Çar dewletên misilman welarê me dagir kirine, ji dêlî ku tu li hemberî dagirkeriya wan rabî, qala zulma wan bikî, tu sûc dixî hustuyê Amewrîkayê û welatên Xerbî.

Yanî bi ya te, Îran, Sûriye, Îraq û Tirkiye bi zora Amerîkayê û Xerbiyan welatê me dagir kirine, heger ne ew bûna ewê ji Kurdistanê derketana û em azad bihîştana?

Ma ev rast e?

Ma Tirkiyê bi gotina Xerbê welatê me dagir kiriye?

Heger Xerb bibêje ji Kurdistanê derkevin, tirk ewê ji Kurdistanê derkevin?

Tu jî zanî ev ne rast e, tirk ji bo Kurdistanê ji dest xwe bernedin amadene bi dinyayê ra şer bikin.
Kîjan ewrûpî navê Kurdistanê digre devê xwe, tirk qiyametê radikin.

Tirk ketine ser dilê me, zimanê me qedexe kirine, nahêlin em navê welatê xwe hildin, zindanên xwe tije kurd kirine, her roj vî beşê Kurdistanê û wî beşê Kurdistanê bombebaran dikin, ji dêlî tu vî zalîmî rexne bikî, tu sûc dixwe hustuyê hevalbendên dagirkeran.

Rast e Amerîka û welatên Xerbê ji bo berjewendiyên xwe, ji bo ku sîlehan bifroşin tirkan ji zulma wan ra dengê xwe nakin, çavên xwe ji wan ra digrin.
Ez vê yekê her tim dibêjim, ez dibêjim yên welatê me dan tirk û ereban îngilîz û fransiz bûn. Lê tirk, faris û ereb bi emrê Xerbê hereket nakin, ew çi bibêjin bi ya wan nakin. Tirk dim li gorî berjewendiyên xwe hereket dikin. Gava nekeve serê wan li hemberî her kesî radibin. 

Tirkyê li ser daxwaza Amerîkayê û Xerbê Efrîn, Serê Kaniyê dagir nekir, bi zor dagir kirin, ji bo ku dengê xwe nekin Amerîka û Rûsya bertîl kirin.

Ez vê şêla Amerîka û Rûsyayê  her roj rexne dikim. Lê ev yek tirkan bêsûc nake, dagirker ew in, ne Amerîka û Rûsya ye. Tirkiyê digot emê tu carî nehêlin  "korîdora terorê çê bibe, ev mesela me ya bekayê ye..." 
  
Oportunîstî, pûlperestî, durûtîya Amerîkayê, Rûsyayê rexne bike, ev rast e, lê dagirker tirk in, Amerîkayê, Xerbê, Rûsyayê bi zor Kurdistan nedaye tirkan, wan welatê me bi zor dagir kirine û bi zora xwe jî nadin. Lê ji bo ku Amerîka, Xerb alîkariya me nekin, wan bertîl dikin. Ev rast e, viya bibêje. Lê sûcê bindestiya me nexe hustê xelkê, yên em bindest kirine di ser dilê me da ne.

5-Hevalbend û piştgirê neyarê xwe nas bike, rexne bike, lê belê dagirker bêsûc nîşan nede, sûc nexe hustuyê Xerbê,
dijminên me bi pûlis leşkerên xwe li welatê me ne, em êsîr girtine. Yên zulmê li me dikin, yên me dikujin tirk in, ne emerîkî, ewrûpî û rûs in...
Kurdistan di bin dagirkeriya tirkan da ye, dibê em viya bibêjin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE