18 november 2020

Tirkan di zorbatiyê da kara xwe dîtine

 Tirkiye leşkeran dişîne Azerbêcanê. Yanî tiştê heta nuha bi dizî dikir, eşkere û resmî dike.

Tezkere, di parlamentoyê da bêyî HDPê, bi piraniya dengan hat qebûlkirin. CHPê jî wek her tim, ray da tezkereya Erdogan.

Min berê jî nivîsî, Azerbêcan û Qerebax ji bo Tirkiyê û tirkan êdî Qibris e.

Di ser da Azerbêcan zengîn e, tirk jî ji birçîna gurrî bûne, ewê baş li Azerbêcanê biçêrin.

Azerbêcan ji bo tirkan êdî bazareke mezin e, destpêka yekîtiya Tirkiyê û Azerbêcanê ye. Ji xwe tirk dibêjin ”yek milet, du welat”, hêdî hêdî ewê bikin yek welat…

Bi dagirkirina Efrînê û Sûriyê ra tirkan dîtin zor pere dike, Amerîka, Rûsya, Yekîtiya Ewrûpayê dengê xwe nakin. Lema îş pir pêş da birin, nuha tirk êdî tenê bi çoyê xwe, bi devê tivinga xwe dipeyivin, heta hinek van rêbir û heydûdan bêçek û basko neke, tirk rehet nasekinin.

 

XXX

 Heger li dinyayê, li ba Neteweyê Yekgirtî edalet heq, huqûq, qanûn, ûjdan, însanîyet hebûya ewê ji zû da berpirsiyarên rejîma tirk ya faşîst girtibana bin kilîtê.

Lê dinya ya xurt û zaliman e, kî xurt û zalim be kane her zulmê bike û jê ra dimîne.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE