19 november 2020

Rez berê ne tu rez bû, terezê lêxist ji kok da tengezar bû

Bala min lê ye hin kes ji gotin û gefên Çakiciyê serokê mafîa û serokê MHPê Bahçelî gazinan dikin, matmayî dimînin.

Birayên ezîz, rez berê ne tu rez bû, zîpikê(terezê) lêxist ji kok da tengezar bû.

Tirkiye ji berê û ber da ne tu dewlet e, tim ji alî yên wek Çakicî û bi metodên çetewarî hatiye îdarekirin.

Lê çeteyên berê xwe hewqasî eşkere nedikirin, karên xwe bi dizî dikirin.

Îslamîstan ev adeta tirkan a kevn rakirin, êdî her tiştî eşkere dikin.

Bi ya min şefafî baştir e, mafîayên berê xwe vedişartin, yên nuha xwe venaşêrin, gelkî şefaf in.

Ferq tenê ev e.

Ez viya jî bibêjim, heta kurd bindest bin Tirkiye ewê tim wiha be, ewê tu carî ji destê çete û mafîayê dernekeve.

 

Efendim Çakicî serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu tehdît kiriye. Heyran, partiya Çakicî şirîkê hukûmetêye û Tirkiyê îdare dike. Gefên Bahçelî ji yên Çakicî pir mezintir û cidîtir e. Bahçelî di beyana xwe da dibêje Çakicî hindik gotiye.

Çakicî hukûmet e, dewlet e. Ji dewleteke wiha her tişt tê.

 

XXX

Li Ewrûpayê kesên dîndar, kesên bawermend tu carî bela xwe di kesên ne dîndar, kesên ataîst, kesên ji fikir, dîn û baweriyên cihê nadin, dibêjin her kes li ser dînê xwe, li ser baweriya xwe.

Li ba me ne wisa ye, yên dîndar û yên ne dîndar, kesên ji dîn, ji bawerî û ji fikrên cihê bi çavên neyaran li hev dinêrin, goştên hev dixun.

Kesên dîndar û yên ne dîndar, yên xwedî îdeolojiyên cihê nabêjin her kes li ser fikrê xwe. Lema gelş û dijminatiya nabêna me naqede.

Mîr Semsûr: Em Elewi ji usane em dıwen herkes lı ser dinecek

 

Zinarê Xamo: Êzdî jî wisa ne, ew jî wek elewiyan bi tolerans in, îşê xwe ji bawerî û dînên kesî naynin, ji kesî ra nabêjin "kafir"! Xwezî kurdên misilman, dîndar û ne dîndar rast û çep jî wek elewî û êzdiyan xweşbîn bûna, bela xwe di kesî nedane.

XXX

Hin kes hene wek nanê sêlê ne, merivên demê ne, ba ji wan ra nîne, ge rast lê dixin, ge çep lê dixin.

Kî ji çi meqamî hez bike, li wî meqamî dixin. Aşît rabe, her der bin avê da bimîne, gûzika wan jî şil nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE