19 november 2020

Entellektuel

Li ser rewşenbîr(entellektuel), tabîra rewşenbîr gelek tarîfên cihê hene.
Kî rewşenbîr e, meriv çawa dibe rewşenbîr, şert û wesfên rewşenbîriyê çi ne, mijareke wisaye ku gelek fikir û dîtinên cuda li ser hene. Tarîfeke mişterek ya her kes li ser li hev dike tuneye. 

Ji van tarîfan yek jî rewşenbîr, kesê bi aqilê xwe, bi berehm, bi zanîn û tevgera xwe pêşengiya civata xwe dike. 


Rewşenbîr bi rengekî profesyonel bi xabatên ilmî, zanistî, edebî, tarîxî mijûl e, alim û zanayê civata xwe ye û fikir dixuliqîne, berhemên ilmî, edebî pêşkêşî civata xwe dike. Lêkolîner e, nivîskar e, edîb e, dîrokzan e, zanayê civata xwe ye. Yanî kesê/kesa rewşenbîr bi ilm, bi karê aqil mijûl e, ne karê bedenî, karê zihnî dike, lema jî ne karkir e, entellektuel, zanayê civata xwe ye. 


Lê wateya(maneya) rewşenbîr ya din jî, kesê bi zanîna xwe bi gelşên civatê ra mijûl dibe, li hemberî bêedaletiyê, bêhiqûqiyê, zulmê derdikve, tu carî nabe berdevk û zilamê serdestan.


Lê helbet rewşenbîr giş ne wek hev in, yên pir bi nav û deng hene û yên kêm bi nav û deng hene; yên pir jîr, jêhatî hene û yên zêde ne jêhatî hene. Ji ber wê, di civatê da tesîr û giraniya her rewşenbîrî ne  wek hev e.


Çawa ku tuxtor, mamoste,  nivîskar, rojnamevan, şair, hunermend hemû ne wek hev in, yek ”di ser” yekî ra ye, rewşenbîr jî giş ne wek hev in, bandora hinekan zêdeye, sînorên welatên xwe derbas dikin, hinek jî di çarçeweya civata xwe da dimînin. 


Lê belê ev yek wan ji rewşenbîriyê dûr naxe, her rewşenbîr berhemeke civata xwe ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE