20 november 2020

Ez natirsim

Ji mêrik pirsîn, gotin ma tu ji jina xwe natirsî?

Camêr got:

- Ji bo çi ezê bitirsim? Ez tu carî gotinê naynim xwe.
Min kincên xwe şuştiye, ûtiya xwe kiriye, xwarina xwe çê kiriye, feraxên xwe şuştine, giş bi cî kirine.
Mala xwe şirt kiriye.
Gulên malê av dane.
Yê tembel e, karê xwe nake bira bitirse.

 Karê Xwedê

Yê gundî her roj ji jina xwe ra digot:

-Xatûn, bi Xwedê bê hesp nabe, dibê em ji xwe ra hespekê bikirin.

Wiha digot, lê bira kirîna hespê li wir bimîne, pere tunebû kerekê jî bikire. Rojekê lêxist çû bajêr, bi rê da nahlek dît. Hat ji jina xwe ra got:

-Jinê, min ji te ra digot karê Xwedê qedandin e, te bawer nedikir, mêze, a vaye min nahlek dît, ma hespek û sê nahl…

 Meraq

Jinika meraqdar di otobozê da di ser serê keçikê ra sekinîbû û mesajên wê dixwend. Keçikê bala xwe dayê jinik mesajên wê dixwîne. Bi rûkenî jê ra got:

-Tu dibê ez çi binivîsînim?

Jinikê got:

-Bi ya min tu bi heq î, zêde li ber negere, ewê aşûnî bibe.

Keçik keniya, got:

-Bi Xwedê tu tam hakima meselê yî…

 

Kurtaj

General Kenan Evren, rojekê endamên Dezgeha Zimanê Tirkî gişan li ba xwe top dike. Giş li hember wî dikevin îştîmayê. Evren ji hêrsa diricife, nusxeyek ji çapa dawî ya ferhenga Tirkî di destê wî da ye, radide nav çavên wan, dibêje:

-Ma we ev ferheng hazir kiriye ?

Endamên Dezgeha Zimên bi tirs dibêjin:

- Erê, me hazir kiriye.

Evren dibêje:

-Baş e, we çawa rê da gotina ”kurtajê” di vê ferhengê da cî bigre ? Ma hûn nizanin çaxa kurd tunebin, wê kurtaj jî tunebe. Gerek ev gotin tavilê ji ferhengê derkeve.

Emir emir e, gotine ser seran ser çavan, emê jê derxin. Evren dom kiriye, gotiye:

-Hûnê ”kurtajê” derxin û di dewsa wê da TURKAJ binivîsînin.

 

Ker

Qadê E’la* bi cîbê diçû gund. Nêzî nav xirbe, kerek derket ser riya wan. Ker di orta riyê de sekinî û qet xwe tevnelivand. Şufêr çuqa li qornê xist jî kerê me xwe neda alî. Apê Qado bala xwe dayê ku ker wiha bi rehetî xwe ji ser riya wan nade alî. Ji cîbê xwe çindî jêr kir û berê xwe da ker. Ji pêş ve bi her du guhên ker yên şekalî girt, serê wî jî hinekî bilind kir, anî ber texma devê xwe û dûre dest pê kir, mirç û mirç, mirç û mirç eniya kerê çend caran maç kir û di ber xwe de got:

- Ez bi qurbana wî kesî bim yê ku navê te kiriye ker!

*Qadê E’layê rahmetî dêrikî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE