20 november 2020

Xwe ji cahilan bisitirînin

 Merivê cahil, nezan, aqilsivik, sergende pir ji aqilê xwe razî ye, lema jî kane gotina herî çort, gotineke giran ji te ra bike û bibêje, ji bo ku ez ji te pir hez dikim min ev gotin ji te ra got.

Cahil, kêmaqil bi biaqilan ra çiqasî bikevin û rabin jî ji wan tiştekî fêr nabin. Çimkî kêmaqil in.
Merivê cahil ji bo ku ji aqilê xwe pir razîye cesûr e, zimandirêj e...

Lê belê kesên biaqil ji aqilsivikan gelek tiştan fêr dibin. Kes nikane kêmaqilan biaqil bike, ya baş dibê meriv hevza xwe ji kesên aqilsivik bike. Kesên aqilsivik meriv jî bi xwe dihetikînin, dibin tenî û di meriv digerin.

XXX

Wê rojê min li derekê xwend, ket sere min. Digot, du tişt însên ji piya, li ser niga dihêlin, yek nigê rastê ye, yek nigê çepê ye. Tişt miştên din giş çîrok e.

Rast e, ne herdu nig bin meriv nikane ji pê(ji piya) bisekine, merivê bênig wek çewalekî vala ye. Di vê serdema Koronayê da li dibê meriv li nigên xwe jî miqate be.

Erd şil e, dibê meriv neşemite, xwe kût neke.

 

XXX

Yekî gotiye:

”Rismê Mehmet Metîner li pakêta cixarê xin, yek kurd jî ewê cixarê nekşîne.”

Hin kes pir jîr in, hîcweke ji viya xweştir û bi îsabettir nabe. Kê ev teşbîha xweş kiribe kûpê êqil e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE