21 november 2020

Fêda îsotê

Di herba Korê da piştî şerekî deryayê yê giran çend keştî binav bûbûn û bi sedan leşker ji kûtiyan ra (shark, segmasî) bûbûn qût. 

Leşkerekî emerîkî, yekî koreyî û yekî kurd jî bi hev ra li ber xwe didan, ku xwe xelas bikin. 

Lê piştî demekê kûtîyekî tu dibê hût rastî wan hat. Berê yê emerîkî girt, jê ra got:

- Ev çend roj in ez birçî me, tu yê hinekî ber dilê min bigrî.

Yê emerîkî dest forta kir, xwest kûtî bitirsîne. Got:

 - Ez emerîkî me, teknîka me pirr xurt e, fuzeyên me, botên me yên binê bahrê hene, ku tu min bixwî, hevalên min ewê koka we biqelînin!

Kûtî qet guh neda fortên yê emerîkî û got lûûûp û avêt ji devê xwe da. Piştî yê emerîkî xwar, îcar berê xwe da yê koreyî, got:

- Wele min têr nexwar, ez mecbûr im te jî bixum.

Yê koreyî jî xwest wek yê emerîkî kûtî bitirsîne, got:

- Mêze, ez ne bêxwedî me! Dewletên wek Rûs û Çîn bi hemû teknîk û leşkerên xwe va li pişta min in, ku tu min bixwî, ev herdu dewlet ewê le te û li qewmê te werin xezebê, ewê ji we yekî jî sax nehêlin.

Kûtî guh neda van fortên yê koreyî jî, ew jî ji xwe ra kir gepek.
Îcar dor hatibû ser yê kurd. Lê yê kurd tu dewlet û qeweteke wî ya pê kûtî bitirsanda tunebû, bigota ez leşkerê Tirkiyê me, Tirkiye li pişta min e jî pere nedikir. Ma piştî ku Emerîkayê, Rûsyayê û Çînê pere nekiribû, Tirkiye ewê bi kîjan hêza xwe kanibuya kûtî bitirsanda ? Gava kûtî dît ku yê kurd tiştekî nabêje, meraq kir, wî bi xwe jê pirsî, got:

- Tu ji çi milet î ye?

- Ez kurd im, ji Kurdistanê me.

- Baş e, tu ji kîjan bajarê Kurdistanê ye ?

- Ez ji bajarê Rihayê me.

Gava got ez ji bajarê Rihayê me, kûtî got:
-Wê demê ji kerema xwe ra were pişta min.
Yê kurd ji tirsa dengê xwe nekir, li pişta  wî siwar bû.  Kûtî ew ji bahrê derxist. Xortê kurd matmayî ma, bi tirs got:

- Heyra, erê te ez xelas kirim, mala te hezar carî ava be. Lê min fêm nekir çima te yê emerîkî û yê koreyî xwar, lê te ez nexwar im. Yê min weke wan tu dewlet û qeweteke mezin jî li pişta min tuneye ku tu jê bitirsî. Ji bo çi te ez nexwarim?

Kûtî got:

- Çend roj berê hevalekî min yekî rihayî xwar, malneket xurrî îsot bûye. Ji roja xwariye û heta nuha agir bi hinav û qûna rebeno ketiye, ne bi şev û ne jî bi roj tebatî nayê, wer barre barra wî ye, dibêje haho, ez peritîm. Ma ez dîn bûme ku te bixum, felaketa hatiye serê wî,  rabim bînim serê xwe jî. Here, oxira te a xêrê be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE