21 november 2020

Heta YE ev korfahm be kes nikane pişta Erdogan bide erdê

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji nuh ve bi Yekîtiya Ewrûpayê ra çav qurç kiriye, fena ku çerx bike û rotayê bi alî Yekîtiya Ewrûpayê va biguhere, gotiye:

”Em xwe ne li derên din, li Ewrûpayê dibînin, em dixwazin pêşeroja xwe bi Ewrûpayê ra ava bikin.”

Erdogan siysetmedarekî ji rûvî rûvîtir e, zane kînga ewê çi bibêje û siyasetmedarên ewrûpî yên newêrek, xêv û kêmaqil çawa bixapîne.

Ev vira wî ya bi boçik têra lîderên Yekîtiya Ewrûpayê dike, nuha ewê vê gotina Erdogan bidin ser serê xwe û dîsa çend mîlyar euro bidinê, ji bo ku wî ji tengasiyê xelas bikin.

Çimkî jê ra pere lazim e, gerek meaşê çeteyên li Sûriyê, li Lîbyayê, li Qerebaxê şer dikin bide û kurdan baş serkut bike.

Ne fînansoriya Yekîtiya Ewrûpayê be Erdogan nikane vî hukmî bike, bi sedhezaran çete bike…

Heta siyasetmedar û serokên Yekîtiya Ewrûpayê ev newêrek û ev korfahm bin kes nikane pişta Erdogan bide erdê, ewê tim bi destê wî bigrin û rakin. Yekîtiya Ewrûpayê bûye wek bankomatatîka Erdogan, kînga jê ra pere lazim be, fîlmekî amede dike, hokuz-pokuzekê dike û Yekîtiya Ewrûpa jê ra devê kîs vedikin. Bi îhtîmaleke mezin ewê dîsa wisa bibe, ewê dîsa li hev werin û pêşek perê din bidinê.

XXX

Yekîtiya Ewrûpayê, wezîrê karên derve yê Almanyayê, serokwezîra Almanyayê Angela Merkel xanimê, gişan dîsa gef li Tirkiyê xwarine, fort dane xwe, gotine heta 10ê meha 12a em moletê didin Tirkiyê, heger heta wê demê Tirkiye şertên me qebûl neke, dev ji provaksyonan û siyaseta xwe ya êrîşkar bernede emê Tirkiyê ceza bikin.

Ev çendik û çend car e Yekîtiya Ewrûpayê vê neqaratê dubare dike, fortên wiha ji bo Erdogan wek fisên tajiyan e, qet qîmeteke wan nîne.

Ez tim dibêjim, serokên Yekîtiya Ewrûpayê mervên pir pepûk û newêrek in, merivên nezan û bêkapasîte ne, tirk nas nekirine; yên tirk nas kirine jî newêrin gavên rast û di cî da bavêjin.

Erdogan û tirk ji vê tirsonekiya wan sûdî digrin û çavsoriyê li cîranên xwe dikin.

Erdogan pisik e, Yekîtiya Ewrûpayê jî mişk e. Pisik bi mişk dilîze. Pisik tu carî ji fortên mişk natirse, zane mişk nikane tu jahrê belav bike…

Pisik jîr e, heta 10ê meha 12a ewê lîstikek nuh pêşkêşî mişk bike û mişk jî ji tirsa ewê qebûl bike. Pisikê jî tim li mişkan biçêre…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE