22 november 2020

Gerek meriv kesê xebatkar teqdîr bike

Hin însan hene bi çend zimanan zanin, merivên zane ne, kar ji destan tê, lê tembel in, ya jî bîr nabin, ji gelê xwe ra karekî baş nakin. Zanîna xwe, hunera xwe bi xwe ra dibin gorrê.

Lê hin kes jî hene pir bi ezm û bi xîret in, wek mûriyan dixebitin, ji gelê xwe ra kevirekî didin ser kevirekî, li dû xwe tiştekî dihêlin.

Kekê Zîya Avcî jî yek ji wan kesên bîrbir û bi xîret e, di 30 salên dawî da li dora 50-60 kitêb ji soranî wergerandin kurmancî, herfên latînî.


Di nava me da bi sedan kesên ji wî baştir soranî û elîfebaya erebî zanin hene, lê bi kêrî tiştekî nayên.

Ziya Avcî, çi zane, çi ji destan tê, kane çi bike, dike. Ev yek hêjayî teqdîrê ye.

Xwezî her kesê kar ji dest tê wek vî camêrî xebatkar û berhemdar bûye.

 

XXX

 

 Her kurd kane li dijî dagirkeriyê tiştekî bike.

Meriv bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyive, bi kurdî binivîse, kitêbên kurdî bixwîne ev jî şerekî li dijî dagirkeriyê ye.

Tu dibêjî te welatê min dagir kiriye, lê ez te û zimanê te qebûl nakim, tu ne yê vê axê yî....

 

XXX

 

Ji bo ku Kurdistan çê nebe, ji bo ku li tu beşekî Kurdistanê kurd ji bindestiyê xelas nebin, tirk amadene Tirkiyê bikin Afganîstan, bikin Somalîya, bikin Lîbya û Sûrîye. Heta kanin dîn jî biguherînin, bibin xiristiyan ji bo ku Amerîka û ewrûpî alîkariya kurdan nekin.

Çimkî welatên misilman giş temam in, ew hevalên wan in. Yên mane ewrûpî ne.

Lê ew jî ne dîwarekî saxlem in, meriv nikane piştrast pişta xwe bispêrê, hertim kane bi ser meriv da bihedime.

Ji xwe heta nuha çend caran bi ser meda hedimî, em di bin da man,ev bêbextî bi me ra kirin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE