22 november 2020

Ji bo her tiştî meriv nabêje Pîroz be!

Ev 30, 40 sal in em ji welatê xwe, ji herêma xwe, ji nav civata kurd dûr ketine. Hinekên me 50 sal e li dervayî welêt dijîn.

Bi vê dûrketina ji civata xwe ra zimanê me, devoka me pir tevlihev bûye, hin peyv şaş tên bîra me; me hin urf û adetên xwe ji bîr kirine, em hin tiştan, hin tabîr û peyvan şaş dibêjin.

Bi qasî ku tê bîra min li welêt dema zarokek ji malbatekê ra çê dibû, meriv ji dê û bavê ra, ji kalik û pîrikê ra nedigot:
“Pîroz be !
“Bi xêr be !”


Wê rojê min  bala xwe dayê hin nas û dostan ji kalikekî neviyek jê ra çêbûbû ra digotin:

“Pîroz be !”
“Bi xêr be !”


Tiştê ez zanim ji bo zarokê nuh çê bûye, meriv ji dê û bavê ra, ji kalik û pîrikê ra nabêje:
“pîroz be !” 
"Ser xêrê be !"


Dûrketina bi salan ya ji civata xwe gelek urf û adetan , gelek tabîran bi meriv dide jibîrkirin. 


Dema yek cotek sola nuh, qatek kincê nuh, erebeyekê, yanî gava tiştekî nuh dikire meriv dibêje “pîroz be, yanî bi xêr be, ser xêrê be!”


Lê gava zêdayîya hinekan çê dibe, yanî ji bo zarokê nuh çê bûye meriv nabêje “pîroz be!”


Çimkî zarok ne tiştekî hatiye kirîn ya jî diyarîkirin.
Meriv dibêje:

-Çave we ronî be.
-Xwedê ji we ra bihêle.
-Xwedê bihêle
-Bi dê û bav mezin bibe
Xwedê bisitirîne
Yanî tiştên wiha dibêje. Lê wek telefonek nuh kiribîbe meriv jê ra nabêje “pîroz be!”
Mahciriya bi salan zimanê meriv jî, kultura meriv jî li bin guhê hev dixe, dike gêrmiya gavanan.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE