23 november 2020

Bifire jî golik e

 Yekî gundî ji dûr va bala xwe dayê ku reşek di nav zadê wî da ye. Ban lawê xwe kir, got:

- Law wa ye golikek ketiye nav zadê me, bazde here jê derxe.

Lêwik bala xwe dayê ku yê di nav erd da ne golik e, teyr e. Got:

- Bavo ne golik e, teyr e.

Bavê qebûl nekir, got na golik e. Li ser vê, lêwik kevirek avêt ji teyr da, teyr got pirr û firiya. Lêwik ji bavê xwe ra got:

- Mêze, teyr bû, wa ye firiya çû.

Bavê got:

- Lo welle hema bifire jî ew dîsa golik e.

 

Dûxana tirênê

Di nexweşxana dînan da çend hebên dîn dabûn pê hev û wek tirênê dikirin çufe çuf. Tuxtorekî ji sertebîb ra got:

- Ma em vana nedin sekinandin ?

Sertebîb got:

- Çima, ma qey tehamula te ji dengê tirênê ra tuneye ?

Tuxtorê din got:

- Na, ne ji deng, dûxana wê ez fetisandim.

 

Çi jahr ma !

Filît jî wek gelek kurdî îltîcayî Swêd kiribû. Piştî çend mehan, şevekê telefona wî lê ket, ji welêt hevalekî wî lê digeriya. Li hal û xatirên hev pirsîn, hevalê wî jê ra got.

-Filît, ma Swêdî însanin çawa ne ? Maşalê ji xerîban ra baş in?

Filît got:

-Law wele mesela namûsê ne tê da, Bi Xwedê wekî din heta tu bixwazî mêrika baş in.

Li ser vê bersîvê, hevalê Filît got:

-Ê ma çi jahr ma !

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE